4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi deh hezaran karker daketin qadan û Îmralî silav kirin

Bi deh hezaran karker û kedkar li Amed, Wan, Qers, Stenbol, Edîrne û gelek navendên din dakedtin qadan û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana karkeran” û “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin. Karker û kedkarên daketin qadan, bi pankart, dowîz û sloganên xwe bal kişandin ser têkoşîn û berxwedana xwe û edalet xwestin.

Amed

Li Amedê bi pêşengiya KESK, DÎSK û TMMOB û rêxistinên civakî 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran li qada Îstasyonê bi mîtîngekê pîroz kirin. Mitînga bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” di bin baranê de hat lidarxistin. Karker û kedkar kom bi kom li pey pankartên komele, sendîka, ode, partî û rêxistinên civakî bi dirûşmeyan meşiyan Qada Îstasyonê û mîtîng li dar xistin. Karkeran pankartên “Em ji bo jiyanek bi rûmet û mirovî li qadan in”, “Em li dijî şer û neheqiyê li qadan in” û “Keda me rûmeta me ye”, “Kedkarên çapemeniya azad li dijî sansûr, zext, qedexe û mêtîngeriyê em li ber xwe didin.” vekirin û dirûşmeyên “Bijî Yek Gulan”, Bijî berxwedana karkeran û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Girseya karker û kedkaran piştî 3 nokteyên konrolê yê polîsan derbas kirin ketin qada mîtîngê. Endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) li ber avahiya komeleyê, endamên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) a Nûnertiya Amedê li ber avahiya xwe, DBP, HDP, KESK û saziyên din jî ji Parka Xezal, Cadeya Gevran û Ekîncîlerê kom bûn û ref bi ref dimeşin qada mitîngê.

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî bi pankarta “Bi hev re ber bi serkeftinê ve, mêtingerî ji xiyanetê çêdibe” bal kişandin ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî axa Başûrê Kurdistanê vekir.

Di mitîngê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Kamûran Taş, endama MYK’a KESK’ê Gonul Kural û endamê Konseya Navenda TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya axaftin kirin.

Piştî axaftinan jî hunermend Azad Bedran û koma muzîkê ya Egîtîm Sena Amedê derketin ser dikê û stran gotin.

Stenbol

Li Stenbolê jî bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û TDB’ê bi hezaran karker û kedkaran 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran pîroz kirin. Mitînga 1’ê Gulanê bi dirûşma “Em ê bi hev re bi ser bikevin” li Qada Maltepeyê pêk hat. Bi hezaran kedkar û karker û endamên partiyan li nokteyên cuda li hev kom bûn û ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiyan. Li qadê bi deh hezaran karker kom bûn û govend gerandin. HDK, HDP, DBP, TJA jî bi pankarta û dirûşmên xwe di pîrozbahiyê de cih digirin. DBP’ê pankarta “Em bi hev re li dijî şer û xiyanetê têkoşînê mezintir bikin” vekir. Dayikên Aştiyê jî pankarta “Em li dijî şer aştiyê diparêzin” vekirin û di nava meşa ber bi qadê de cih girtin. Bi dehan sazî û dezgehên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî ref bi ref diherikin qada mitîngê. Dayikên Aştiyê bi laçikên spî hatin qadê û dovîzên “Jin naxwazin şer bikin” û “Niha dema jinan e” hildan û dirûşma “Hezar hezar silav li zindanan be” û “Hezar hezar silav li Îmraliyê be” berz kirin. Li qadê coşek mezin a pîrozbahiyê heye û karker û kedkar ref bi ref meşiyan qadê û mîtîng li dar xistin.

Wan

Bi hezaran kedkar li Wanê jî li qada 1’ê Gulanê kom bûm û mîtîng li dar xistin. Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî di saetên serê sibehê de li derdora Nexweşxaneya Hayatê civîyan û kom bi kom û bi dirûşmeyan meşiyan Parka Mûsa Anter. Karker û kedkaran di meşê de îxanet û şerê PDK’ê şermezar kirin. Karker û kedkar ji sê milan ve ketin qada mitîngê û beşdarî mitîngê bûn. Rojnamegerên li Wanê jî bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) beşdarî mitîngê bûn.

Qers

Li Edîrne û Qersê jî bi sedan kes kom bûn û 1’ê Gulanê pîroz kirin.  Platforma Şaxan a KESK’ê ya Qersê li Gara Trenê kom bûn û mîtînga 1’ê Gulanê li dar xist. Komê di mîtîngê de pankartên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Teqez em ê bi ser bikevin” vekirin û bê navber dirûşmeyên “Ne ji şer re, ji kedkaran re butçe.”

Edene, Dîlok, Enqere, Edîrne

Li Dîlok, Edene, Enqere û Edîrneyê jî bi hezaran karker û kedkar di pêşengiya sendîka û odeyên KESK, TTB, DÎSK, TMMOB û TUM TÎS’ê de kom bûn û mîtîngên 1’ê Gulanê li dar xistin. Her sendîka, komele û ode bi pankart û dowîzên xwe kom bi kom ketin qadê û dawazên xwe anîn ziman. Di mîtîngan de HDP, DBP, TJA, TKP, TÎP, EMEP û gelek partiyên din jî bi pankart û alên xwe ketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.