8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi dengê xwe girtiyên siyasî azad bikin’

Nivîskarê Dr. Şêrko Kirmanc ku hilbijartinên Tirkiye û bakurê Kurdistanê nirxand û rv tişt got: “Guhertina di desthilata Tirkiyeyê de wê egera berdana hemû girtiyên siyasî bi xwe re bîne.”

Sibê ango 14’ê Gulanê wê li Tirkiyeyê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê bên kirin. Li gorî encamên anketan û analîzên têkildarî partî û tifaqên beşdarî hilbijartinê dibin Erdogan, partiya xwe AKP û partiya hevkarê wî MHP bi bin dikevin. Her wiha hêviyek mezin heye ku Partiya Çepên Kesk bi Tifaqa Ked û Azadiyê serkeftinek mezin û bi heybet bi dest bixe. Ji bo hilbijartinê çavê kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û yên li derveyî welat li ser Partiya Çepên Kesk e.

Nivîskarê kurd Dr. Şêrko Kirmanc, der barê hilbijartiên Tirkiyeyê de ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku guhertina di desthilata Tirkiyeyê de wê egera berdana hemû girtiyên siyasî bi xwe re bîne û wiha got: “Ji bo bidestxistina azadî û mafên din ên rewa gelê kurd dikare çalakiyên xwe yên siyasî û girseyî zêdetir û bihêztir bike. Ji bo gelê kurd ev hilbijartin hilbijartina qederê ye. Kurd dikarin vê roja dîrokî veguherînin serkeftinek mezin. Guhertina desthilatê li Tirkiyeyê wê bibe sedema berdana girtiyên siyasî. Kurd bi rêjeya dengên xwe dikarin vê yekê bi hêsanî bikin û çalakiyên xwe yên siyasî jî di vê çarçoveyê de zêdetir bikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Kirmanc, der barê 100’emîn salvegera Peymana Lozanê de destnîşan kir ku Peymana Lozanê peymanek ji rêzê nîne û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Dewletên dagirkerên Kurdistanê li dijî gelê kurd ev peyman îmze kirine. Niha jî civîna çar alî ya di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Rûsyayê de di rojevê de ye. Naveroka vê civînê bêguman dijayetîkirina Şoreşa Rojava ye, xebat û têkoşîna partiyên kurd yên di berjewendiyên netewa xwe de tevdigerin. Lê mixabin partiyên kurdistanî ji ber reşkirina hev, tu plan û amadekariyên wan ên ji bo tekoşîna hevbeş a li dijî dagirkerî û êrişên li ser kurdan nîne.”