18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi dermanê xwezayî pêşî li nexweşiyan tê girtin

Li Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê navenda tiba xwezayî hatiye vekirin, Ji bilî nexweşiyên şekir û hestî, bi dermanên xwezayî pêşî li gelek nexweşiyên din tê girtin.

Tiba xwezayî ji xeynî tiba kevneşopî, weke rêbazeke taybet li Helebê tê tercîhkirin. Yek ji navendên tiba xwezayî ya li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nav û deng bûye, Navenda Tiba Xwezayî ya Helebê ye ku beriya 5 salan ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hate avakirin.

Endama Navenda Tiba Xwezayî ya Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê) Rîham Hemreş ji ANF’ê re axivî û got: “Di pêvajoyeke ku civak berê xwe dide nexweşxaneyan de, me biryar da ku bi mîrateya dayikên me ji bo me hiştî berê xwe bidin tiba xwezayî. Hin dermanên kîmyewî bi lez encamê digirin, lê bi demê re bandorên wê yên neyînî belavî hemû laş dibin. Rêbaza tiba xwezayî di demeke demdirêj de endamê werdigire, lê bandoreke neyînî nîşan nade, zirarê nade nexweş. Destpêkê tiba xwezayî pir zêde dihat xwestin. Bi demê re daxwaz kêm bûn. Ji bo ku car din baweriya ji tiba xwezayî re pêş bikeve, divê em civakê zane bikin.”

Ji tecrubeyên mirovên zana sûd werdigirin

Rîham Hemreş diyar kir ku ew ji tecrubeyên mirovên zane sûd werdigirin û got: “Bi lêkolînkirina cûreyên şînatiyan jî, em digihin encaman. Yan jî em berê xwe didin sedemên nexweşiyan. Ji bo teşhîseke rast lêkolînkirin û sûdwergirtina ji mirovên bi tecrube, xebatên me pêş xistin.”

Rîham Hemreş ragihand ku wan rêbazên tedawiyê pêş xistine ku pêşî li nexweşiyên hestî, îltîhabên laş, nexweşiyên çerm û kîloyên zêde digire û bilêv kir ku nexweşên serî li navenda tiba xwezayî didin, ji rêbaza tedawiyê û encamên tedawiyê razî dimînin.

Rîhan Hemreş diyar kir ku piraniya giyayên ku di dema tedawiyê de tên bikaranîn, ji Şehbayê tên anîn û anî ziman ku di demên diyar de bi perwerdeyan rêbazên xwe parastina ji nexweşiyan û têkildarî astên tedawiyê, agahiyan didin. Rîham Hemreş destnîşan kir ku ew li dijî derman û cîhazên tibî ne û got ku ew bi fîzyoterapiyê dikarin êşên laş tedawî dikin, tedawiya ku pêdiviya gel pê heye pêk tînin û gel bi tiba xwezayî wê bibe xwediyê laşeke bi tendurist.