3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hev re 500 dar çandin

Gundiyên Til Zîwan ê Tirbespiyê bi tifaqî û komînal 500 dar çandin.

Gundiyên gundê Til Zîwan ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê bi însyatîfeke hevbeş û komînal nêzî 500 şitilên darên sinoberan li gundê xwe çandin.

Welatiyê Til Zîwan Mesûd Ferhan Dawûd ji nûçegîhanê Ajansa Hawarê (ANHA) Esab Xelef re axivî û anî ziman ku dê xebata wan a çandina daran bidome.

Welatî  Mesûd Dawûd diyar kir ku piştî gelek nîqaşên ji hêla gundiyan ve bi hevkariya komînê, pêwîstî bi çandina daran dît û wiha got: “Me 500 şitilên daran çandin. 100 dar li ber çemê gund û ên din jî di nava gund de hatin çandin. Em ê di demên pêş de ji bo avdana van daran bîrekê bikolin. Da ku em xwedî li van daran derkevin û encamekê jê bigirin, şênî dê bîreke avê li destpêka gund bikolin.”

Mesûd Dawûd bal kişand ser girîngiya van projeyan û ev bang li welatiyan kir: “Ez bang li tevahî şêniyan dikim, bi taybet ên li gundan; xwezeya gundê xwe xweşik bikin.  Xwedî lê derkevin. Werin em bi hev re hewaya gundên xwe xweştir bikin û rê li ber bêhnên xirab bigirin.”

Dawûd destnîşan kir ku dê di rojên pêş de li têketina gund darên fêkî jî biçînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê