28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran beşdarî mîtînga Îdirê bûn

Dem Partiyê li Îdirê mîtîng li dar xist û bi hezaran beşdarî mîtîngê bûn.

Rêxistina DEM Partiyê li qada Şaredariyê ya Îdirê mîtînga hilbijartinê li dar xist. Qada ku bi alên DEM Partiyê ve hat xemilandin, gel piştî lêgerînê herikî qadê. Beriya axaftinan bi coşek mezin govend gerandin. Di qadê de pankartên “Ji roja me re hezar silav”, “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwanî ser bi kevin”, “Serokatî heqîqete”, “Em ê tecrîdê bişkînin vîna xwe azad bikin” û “Ya bi rê ve be dibe tu yî, şikur ji hêza te re” bilindkirin. Piştî gerandina govendê axaftin dest pê kirin.

Destpêkê de Hevseroka DEM Partî ya Îdirê Bahar Etrecî axivî û anî ziman ku dema hilbijartin tên desthilatdar nijadperestiyê dike û wiha got: “Em ê li dijî vê nijadperestiyê di 31’ê Adarê de bersivê bidin.”

 ‘Dem dema me ye’

Namzeta hevşaredariya Îdirê Nejla Demîr, bi lêv kir ku bi rihê serhildanê dê biçin 31’ê Adarê û dê 31’ê Adarê de vê serkeftinê pîroz bikin. Nejla Demîr bi lêv kir ku dema ew şaredariyê bi dest xistin dê bi gelê xwe re rêvebibin û soz da ku dê li cem gelên xwe bin û wiha domand: “Em ê bên şaredariya xwe bi dest bixin. Dem dema me ye.”

 ‘Dixwazin Îdirê teslîm bigirin’

Namzetê heşaredariya Îdirê Mehmet Nûrî Guneş jî da xuyakirin ku ev hilbijartin naşibe tu hilbijartinan û wiha pê de çû: “Desthilatdar dixwaze Îdirê teslîm bigire. Lê belê em ê destûrê nedin vê yek.” Mehmet, got dema ew hatin ser şaredariyê dê bi awayek wekhev nêzîkî civakê bidin û bi lêv kir ku ew ê nijadperestiyê nekin. Mehmet, got ew tevgerek mirovahiyê ne û bi vê awayî nêzî gelê xwe bidin û ev tiştan got: “Em ê di bin banê DEM Partiyê de aramiyê ava bikin.”

 ‘Gelo AKP 22 sale çi kiriye?’

Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan axivî. Tûncer Bakirhan anî ziman ku gel di Newrozê de peyamên xurt da û wiha got: “Em ê şaredariyên xwe bi dest bixin û ji hevalên girtîgehan re mizginiyê bidin. Newrozên ku hatin lidarxistin de digotin desthilatdar qediyaye. Li Kurdistan û metropolan gelan got ‘em hene û li vir in.’ Tu hişmendî nikare bi qeyûm, girtin û zilmê me ji nîvê rê bigirin û nikarin pêşiya vê têkoşê bigirin. AKP dibêje ‘me 22 sal in Tirkiyeyê firandiye.’ Ma ev ne derew e? Li Tirkiyeyê nêzî 46 mîlyon kes xizaniyê dijîn. Yên ku firiyane ne gel û kedkarin, ew bi xwe firiyane. Civak hewl dide debara xwe bike. Kesên ku derewan dikin me nefirandin, me hetikandin. Kesên şêrxwaz jî armanca wan ew e ku zêdetir dewlemend bibin û gelan li dijî hevdû tînin û bi nijadperestiyê gel dikin dijminê hevdû. Em ê di 31’ê Adarê de li dijî kesên vîna me tune hesibandiye, girtine, zimanê me tune hesibandine em ê li Îdirê di sindoqan de bersiva xwe bidin. Şerm nakin dibêjin şaredariya rast bike AKP dikare bike. Gelo AKP 22 sale çi kiriye? Li dijî van heremxwaran em bersivekê baş bidin.”

Piştî axaftinan hûnermend Azad Bedran derket ser dikê. Li  gel stranên ku hatin gotin ji girtiyan re silav hatin şandin û mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.