3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran kes li dijî qedexeya li ser PKK’ê dimeşin

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Almanya Berlînê li dijî qedexeya li ser PKK’ê dest bi meşê kirin. ji 40 bajarên cuda yên Almanyayê bi hezaran kes beşdarî vê meşê bûn.

Meşa li dijî qedexeya li ser PKK’ê ya ku ji aliyê Înîsiyatîfa PKK-Verbot Aufheben Demokratie Starken (Qedexeya li ser PKK’ê rakin, Demokrasiyê bi hêz bikin) hat organîzekirin li Berlînê destpê kir.

Meşa ku ji 40 bajarên cuda yên Almanyayê bi hezaran kes beşdar bûn, wê ji Oranienplatzê heta Schlosspark a ku Wezareta Karên Derve ya Almanyayê lê ye, dewam bike.

Çalakî li qada kombûnê ya li Oranienplatzê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî ku deqeya rêzgirtinê bi dirûşmeyê “Şehîd Namirin” bi dawî bû, Hevserokê Fed-Kurd Menderes Canbek axaftinek spasiyê ji bo beşdaran kir.

Li ser navê Berlîn Brandenburg Kurdische Gemeinde e. V Huseyîn Taşan axaftinek kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Taşan, diyar kir ku divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin û got ku dewleta Tirk Kurdistanê bombebaran dike.

Di meşê de bi hezaran kes bê navber dirûşmeyên “Hat Hat PKK”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Di daxuyaniya li ser navê Azadî e.V ya li qada kombûnê ya li Oranîenplatzê hate kirin de, bal hate kişandin ku divê li dijî qedexeya li ser PKK’ê têkoşîn bê kirin. Ji bo vê hat gotin ku divê mîtîng, çalakî û konferans bên lidarxistin.

Piştî daxuyaniyê gel li dijî qedexeya li ser PKK’ê dest bi meşê kir.