17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran kesan cenazeyê Şûyûr spart axê

Malbata girtiyê nexweş i Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî ku li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê ya Tîpa T jiyana xwe ji dest da, spartin axê. Malbatê cenazeyê Şûyûr ji Saziya Tipa Edliyê ya Îzmîrê girt û birin Midûriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a  taxa Gorece ya navçeya Menderesê. Piştî karê olî cenaze ji vir rakin Balafirgeha Adnan Menderes. Cenaze bi balefirê şandin Êlihê. Bi sedan kesan cenaze ji Balifirgeha Êlihê pêşwazî kir û bi konvoyekê şandin Sêrtê. Hezaran kesan li goristana Şêx Mûsa hate pêşwazîkirin. Li goristanê polîsan destûr neda girse derbasî goristanê bibe. Lê girsê barîkata polîsan rakir û bi girseyî derbasî goristanê bûn. Di meresima cenaze de xizmê Abdulrezak Şûyûr, Selîm Ozalp axivî û got: “Di raporê de mirina bi guman nivîsin. Ji bo ev guman ji holê rabe, destpêkê rêveberên girtîgehê berpirsiyarin. Divê demildest sedema mirinê were ronî kirin.”  Girsê piştî cenaze spartin axê berê xwe dan mala şînê. Serdanên sersaxiyê wê li mala şînê ya taxa Çalê bên qebûlkirin.