27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan

Bi hezaran şêniyên bajer û gundên Herêma Cizirê, li dijî êrîşên dewleta tirk daketin qadan

Di 3 rojên dawî de Tirkiye êrîşên hewayî li dijî herêma Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê zêde kirin. Li dijî vê yekê bi hezaran şêniyên Herêma Cizirîê ji bo protestokirina êrîşên dewleta tirk meşeke girseyî li dar xistin.

Tirbesipiyê

Bi sedan xelkê navçeya Tirbespiyê bi meşekê êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ew ê li dijî êrişan berxwedanê bidomînin. Beşdarên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan li pêşiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê kom bûn û ber bi sûka navendî ve çûn û êrişên artêşa tirk şermezar kirin û gotin armanca wan êrişan têkbirina ewlehî û îstîqrarê ye. Li sûka navendî mîtîngek li dar xistin û endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Silêman Ereb axivî. Silêman Erebe got ku dewleta tirk di siyasetên xwe yên derxistina fitneyan de ku vê dawî li Dêrazorê çêbûye, têk çû, niha jî binesaziyê dike hedef û zextê li gelê herêmê dike. Silêman Ereb diyar kir ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sûcên şer û terora dewleta tirk bi hêztir e û bang li hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî kir ku helwestên xwe li dijî van sûcan eşkera bikin.

Çilaxa

Li Çilaxayê xelkê navçeyê, bajarok û gundewarên wê li aliyê başûrê navçeyê kom bûn û beşdarî meşa girseyî ya şermezarkirina êrişên dewleta tirk bûn. Beşdaran alên HPC′ê û pankartên “Faşîzma Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe”, “Em bi hev re li dijî terorê bisekinin”, “Wê xwîna şehîdên me û qêrîna zarokên me we hesab bikin” hildan. Piştî meşê li Qada Şehîd Mahsûm mîtîngek hat lidarxistin. Li vir hevserokê Nivîsgeha PYD′ê ya Çilaxayê Ebduselam Ebas axivî û şehîd bi bîr anîn. Ebas bang li gelê herêmê kir hevgirtî bin û wiha got: “Dewleta tirk çi qas hewl bide nikare vîna gelên di her kêliyekî de amade ne canê xwe di oxira azadî û parastina projeya xwe ya demokratîk de bide, bişikîne.”

Til Hemis

Bi sedan şêniyên Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk meşeke girseyî li dar xist û li tevahî kolanan geriyan û li Çerxerêya Niyabê vegerî mîtîngê. Li vir hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemerî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên rojane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. El Şemerî got hovîtiya êrişan nîşaneya zîhniyeta dewleta tirk a faşîst e û armanca wê qirkirina gelê herêmê ye, lê ev plan bi ser nakevin. El Şemerî wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê civata navneteweyî xetereya êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên me baş bizane, bi taybet herêmên bi ser sînorê Tirkiyeyê ve ku tê de kampên koçberan hene.”

Rêxistina Nûdem êrîş şermezar kir

Her wiha der barê mijarê de Rêxistina Nûdem a Astengdaran jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş navenda rêxistinê ji aliyê endamê rêxistinê Samî Fetah ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wekî tê zanîn di civaka me de bi hezaran ‎kesên astengdar û xwedî pêdivîyên taybet hene, di nav van êrişan de herî zêde ‎kes û zarokên astengdar rastî zehmetiyan tên. Rojane êrişên ku tên kirin û ‎koçberiya ji encama wan, bi awayekî neyênî bandorê li jiyan, tenduristî û ‎derûniya astengdaran dike.”

Di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.

​​​​​Reqa

Bi sedan welatiyên bajarê Reqayê bi meşekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Meş ji pêşiya Mizgefta Nûr a li rojavayê bajar dest pê kir û dirûşmên “Na ji dagirkeriya tirk re”, “Bijî berxwedana gelan”, “Bijî QSD” û “Bimire dewleta Tirk a faşîst” hatin berzkirin. Meş li ber nexweşxaneya Wetenî rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Meclîsa Kombûna Jinan  a Zenûbyayê Fatima Salih daxuyaniya bi navê meclîsa kombûnê xwend. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku armanca ji van êrîşan şikandina îradeya jinênazadxwaz e ku xwe li gorî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine. Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê di daxuyaniyê de got: ′′Em nahêlin dijmin armancên xwe pêk bîne û împoratoriya Osmaniyan zindî bike.” Bi navê Komîteya Kar û Barên Olî ya bajarê Reqayê Yehya Mehmûd jî anî ziman ku ew em ê li hemberî planên ku li dijî herêmên me yên ewle têne sazkirin, bêdeng nemînin.

Heleb

Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Meş ji pêşiya hola civînan a 8’ê Adarê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkirî û qirkirinê re”, “Destê xwe ji Rojava bikişîne kujer Erdogan” û “Li hemberî êrîşên qirkirin û tevkariyê em ê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin” hatin hildan. Her wiha dirûşmên şermezarkirina êrîşan, banga hesabpirsînê ji sûcdaran û  xwedîderketina li şehîdan hatin berzkirin. Meş li qada 7 Şehîdan rawestiya. Li vir hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Mihemed axivî û soza şopandina rêya şehîdan da. Rewşen Mihemed diyar kir ku êrişên dewleta tirk bêçarebûna wê nîşan dide û got, rejîma Tirk bi van êrîşan dixwaze ji rewşa xwe bireve û raya giştî bixapîne.  Rewşen anî ziman ku berdewama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe sedema vejandina şandeyên veşartî yên DAÎŞ′ê. Rewşen Mihemed bal kişand ser çalakiya fedaî ya endamên Tabûra Nemiran a li Enqereyê jî û got: “Çalakî bersiveke guncaw ji bo gefxwarinên dewleta tirk a dagirker bû ku hîna binesazî û saziyên xizmetguzarî û kampan dike hedef.” Di dawiya meşê de beşdaran soz dan ku ew ê li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê hevgirtin û têkoşîna xwe xurt bikin.