2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran şehîdên xwe bi soza ‘Tolhildanê’ oxir kirin

Di 9’ê  cotmehê de balafirên şer ên tirk li Dêrikê 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ên Ewlekahiya Hundirîn di bombebaranê de qetil kirin. Li Dêrikê gel bi tevlebûna hezaran ji bo 10 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir merasim pêk anî. Bi hezaran welatî li Dêrikê kom bûn û darbestên şervanên xwe li ser piyan oxir kirin. Gel cenazeyên şehîd Ednan Yûsif, Silêman Enter, Xwînrêj Temê, Mûaz Eta, Ehmed El Xidir, Mihemed El Eswed, Ebdulezîz Elî, Yezen El Keço, Mihemed Xalid û Ebdulwahid El Ehmed îro li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke bi heybet oxir kirin. Bi hezaran şêniyên herêma Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ji bo oxirkirina cangoriyan ji serê sibehê ve li pêşiya nexweşxaneya Wetanî ya Dêrîkê kom bûn. Girseya gel li vir cenazeyên 10 şehîdan di nava tîlîliyên dayika û dirûşmeyên tolhildanê de wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Pakrewangeha Ş. Xebad Dêrik.

Karwanê şehîdan li pakrewangehê jî, ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Li vir ji bo 10 cangoriyan merasîm hat lidarxistin.  Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, wêneyên 29 şehîdan hatin hildan.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ebêd axivî û anî ziman ku bi vê sekna gelê xwe û hêza ewlekariya hundirîn wê bibin şervanên dijî komploya li ser gel tê meşandin. Hesen Ebêd got; “Em ê destkeftiyan biparêzin. Berxwedaniya vî gelê pîroz ku ji mirinê natirse îradeya xwe û hêza xwe ji şehîdan digire.”

Şewirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl jî destnîşan kir ku helwesta li Dêrîkê tê nîşandan encama şerê gelê şoreşgerî ye û wiha got: “Ev hêz dagirkeriya Tirkiyeyê dihejîne. Em pişta xwe nadin tu hêzan. Hêza me ya herî mezin a gelê me û şervanên me ye.”

Endama Rêveberiya Giştî a Hêzên Ewlekariya Hundirnî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dilêr Temo jî diyar kir ku wê tola rêhevalên xwe rakin û wiha axivî: “Ev êriş tu carî îradeya me naşkînin, berevajî wê hêza me xurtir dikin, têkoşîn û berxwedaniyê zêde dike. Di encama êrişê de 29 lehengên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihekî fedayî xebat didan meşandin. Li hemberî êrişên ser herêmê ev hevalên me xwedî helwest û bersiv bûn. Rojeke bi êş e, lê tolhildan erka me ye. Em vê jibîr nakin û em ê tolê rakin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên 10 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên Şehîd Xwînrêj Temê, Ednan Yusif, Silêman Enter û Muaz Eta li ser milên rêhevalên wan birin nava pakrawangeha Şehîd Xebat Dêrîk û spastin axê.

Cenazeyên Şehîd Ehmed Qemar El Xidir, Mihemed Salim El Eswed, Ebdulezîz El Osman Elî, Yezem Xidir Elgico, Mihemed Melê Ehmed Xalid jî, ji bo ku bispêrin axê ber bi Pakrawengeha Şehîd Uqab El Eswed a Til Koçerê ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Ebdulwehad el Ehmed jî ber bi Pakrawengeha Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê ve hat oxirkirin.

Ji bo şehîdan wê sibe saet 10:00`an de li navenda Ciwanên Şoreşger a Dêrîkê konê sersaxivê bê vedan.