4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran serdana malbata Yildirim kirin

Bi hezaran kes çûn şîna Mehmet Yildirim ê leşkeran ew qetil kir û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Leşkeran di 24’ê gulanê de li gundê Nenyasê yê navçeya Licê ya Amedê bi ser mala Mehmet Yildirim ê bavê 4 zarokan de girtin û di malê de qetil kirin. Ji bo Mehmet Yildirim li Mizgefta Odabaşi Bal a li taxa Bagcilara Rezanê ya Amedê şîn hat danîn. Xelkê Amedê bi girseyî serdana şînê kir.

Serdan bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hat kirin. Rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê û gelek nûnerên saziyan beşdarî serdana şînê bûn. Di şînê de rêz hat girtin û ji malbatê re sersaxî hat xwestin. Paşê Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç axivî û bertek nîşanî kuştina Mehmet Yildirim da û sersaxiyê ji malbatê û gelê kurd re xwest.

Serdana şînê bi xwendina diayan û fatîhayan bi dawî bû.