3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hişmendiya neteweyî em xwedî li kurdî derkevin

Salên dawî zext û qedexeya li ser zimanê kurdî zêde bûye. Stranên bi kurdî, konser, vekirina kreş û dibistanên bi kurdî qedexe ne. Mirovên ku daxwaza perwerdeya bi kurdî dikin, yên ku bi kurdî distirên têne destgîrkirin, girtin û lînçkirin.

Hunermend Firat Med anî ziman ku ji bo ku tu gelekî tune bikî divê çand,ziman û hunera wan jî bê tune kirin Firat Med got:”Qedexeyên li ser ziman ji bo mirovahiyê cihê şermê ye. Nepêkane ku bi gilî û gazinan û rexnekirinê pêşî li vî mêjî bê girtin. Yek ji rêyên rizgariya ji vê rewşê ew e ku em bi biryardarî destnîşan bikin ku em netewe ne; divê em vê hişmendiyê destpêkê bi xwe re mayînde bikin. Em timî gilî û gazinan bikin em ê wê demê ji rastiyê qut bibin û bi vîrûsa tunebûnê bikevin. Lewma hişmendiya neteweyî û sekna neteweyî rêbaza herî baş a dermankirin û rizgarkirinê ye.”

 Navê vê yeke qirkirina çandî ye

Hunermend Pinar Aydinlar jî diyar kir ku zext û polîtîkayên dagirkeriyê yên ku gelê kurd tune dihesibîne û asîmîle dike didomin. Pinar Aydinlar destnîşan kir ku navê vê yekê “qirkirina çandî” ye û got, “Wezîfeyên gelekî mezin di bin para gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de ye. Ne tenê siyasetmedar, divê li her platformê em xwedî li nirxên xwe derkevin. Em neçar in ku têkoşîna xwe mezintir bikin.”

 Hêmana esasî ziman e

Nivîskar Mahmût Çelebî jî bi bîr xist ku hêmana esasî ya ku mirovan digihîne hev ziman e û got, “Piştî Komkujiya Dersimê ya sala 1937’an herêmên kurdan û çanda wan heta sala 1946’an di bin zordariya rêveberiya awarte de man. Piştre jî li Kurdistanê her tiştên bi navê kurdî hatin rakirin. Piştî darbeya 1980’î kurdî ji jiyana fermî û taybet bi temamî hate qedexekirin. Gelek mirov ji ber ku bi kurdî axivîn, nivîsandin, xwendin, guhdarî kirin hatin girtin û hinek jî hatin kuştin.”

Mahmût Çelebî wiha dawî da axaftina xwe:”Salên dawî jiyana bi çand û zimanê xwe ku mafê me ye, zehmettir bûye. Li şûna şaredarên hatine hilbijartin qeyûm hatine danîn, kurdiya ku şaredaran hewl didan tevlî jiyana fermî û taybet bikin, bi destê qeyûman ji nû ve hate qedexekirin. Mirov ji ber bi kurdî distirên ji aliyê gelê sivîl an jî karmendên dewletê ve tên bêdengkirin, konserên hunermendan têne betalkirin û rojnamevanên kurd têne girtin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke kurd nîne, pirsgirêka qebûlnekirina Tirkbûnê heye û hikumet jî hem bi şîdetê hem jî bi polîtîkayên siyasî vê pirsgirêkê didomîne.”