27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bihar xweş e çaxê gulan çaxê kulîlk û simbilan

Beybûn Arîn

Em ketin meha Adarê. Adar di heman demê de destpêka biharê ye. Bihar nûbûn, nûjenî, xwenûkirin, jiyan, xweşî, xweşbînî ye. Bi biharê re hest û giyanê mirovan jî wekî xwezayê xwe nû dike. Her tişt bi mirov xweş tê. Ew şênkahiya xwezayê, vebûna gul û kulîlkan, bişkuvîna daran hestekî cuda bi mirovan dide avakirin. Mirov di vê mehê de ew qalikê li ser xwe diavêje. Hemû zindîwar di vê mehê de ji kun û hêlînên xwe derdikevin der ve. Silavekê didin roj û xwezayê.  Silavekê didin hev. Di xwazayê de senfoniyeke ji dengê ba, av, çivîk, ajalên din û hwd. pêk tê. Rengîneyeke bêhempa derdikeve holê. Hêvî, hezkirin, evîn û germahî zêdetir dibe.

Ji bo hemû zindîwaran bi vê mehê jiyan germ dibe. Ew sir û seqema hişk a tevizînok dibore. Jiyan bi germahiyê, bi rojê, bi agir dest pê dike. Navê vê mehê di mîtolojiya Aryen de dibe Adar.  Sembola meha adarê ya ku di baweriya Zerdeştiyan de di dîroka kurdan a kevnar de hatiye pîrozkirin Adir “Agir” e. Roja yekem a Newrozê, destpêka roja nû, 21’ê Adarê ye. Bi vê minasebetê meha adarê meha Adar/Agir e ku di dîroka kurdan a kevnar de jî sembola pîroz a baweriya Zerdeştî ye. Gotina kurdî ya “Agir” ango Atar/Adar/Adir jî di Avestayê de Yazata ye.  “Yazata” di lîteratora îroyîn de tê maneya “ferîşteha afirîner, afirîner” Yezda, Yezdan e. Di wateya ezoterîk de, ew agirê di dil de sembolîze dike.

Di vê mehê nûbûna jiyanê û hestan pêş dikeve. Hestên mirovan ên heskirin û evînî di vê mehê de gelekî bilind dibe. Her heyînek, her nebat û her dar bi giştî xweza di vê mehê de xuşiktir dibe. Ew xweşikbûn bi dîtbarî hestên hezkirin û evînî geş dike. Zik û giyanê birçî di vê mehê de têr dibe.  Çiqas tehmên xweş hene di vê mehê de aj didin. Xweza ji bo zindîwaran vediguhere bihuştekê. Ew bihuta azad û têrker.

Ev meh ji nivîskaran re dibe hêz û dewlemendiya peyvên ji xwezayê ku bi her heyînên xwezayê hest û nerînên xwe pê pênase dikin û dinivîsin. Bihar dibe tercumeya hestên helbestkar û stranbêjan. Tu helbest tune ye ku di nav de metaforke ji heyînên biharê nebe. Tu kilam û stran tune ye ku di nav de mînakek ji heyînên di vê mehê de derdikeve holê nebe. Yek ji steranê vê mehê xweş vedibêje jî ew strana Koma Berxwedan a bi navê “Bihar xweş e” ye.

Stran wiha ye:

“Bihar xweş e çaxê gulan,

çaxê kulîlk û simbilan

Newroz û sersala dila

kengî bixêr tu bê bihar

Dîsa li zivistanam sar e

berfa spî hûr tê xwar e

Xemilandin deşt û zinar

kengî bixêr tu bê bihar

Nahêle berf em derkevin,

em girtiyê roj û şev in

Xewa me nayê em rakevin,

kengî bixêr tu bê bihar

Baran li berva şevîn bê û lê roj derkevî

Dîsa bi ser çiyan kevin,

kengî bixêr tu bê bihar”

Di vir de xweşiya bihar tê vegotin, serdema gul û kulîlkan tê bibîrxistin û bi vê xweşiyê re hêvî, hezkirin û bendemayîna biharê tê vegotin. Di heman demê de jî zor û zehmetiyên zivistanê tê ziman û ew hêviya ji biharê ya ku bê û dawî li van rojên sar û serm û tarîtiyê bîne heye. Bihar bi Newrozê dikemile û dexemile.