3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya bahoza Afrîkayê giran dibe: Zêdeyî 400 kes mirin

Di bahoza Freddy de ku li Afrîkaya Navîn pêk hat, zêdeyî 400 kesî jiyana xwe ji dest da, di encama bahozê de li Mozambîkê 73 kes, li Madagaskarê 17 kes mirin

Bahoza Freddy hefteyên dawî du caran li herêmê xist. Li Mozambîkê 73 kes, li Madagaskarê 17 kes mirin. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan li Malaviyê jiyana xwe ji dest dan.

Serokkomarê Malavî Lazarûs Chakwera got, “Bîlançoya vê felaketê ji 225 kesan gihîşt 326 kesan.” Chakwera diyar kir ku zêdeyî 183 hezar kes ji cih û warê xwe bûne.

Bahoz meha Sibatê li peravên Awûstralyayê rabû û di ser Okyanûsa Hînt re ji rojhilat ber bi rojava ve bi 8 hezar kîlometreyî çû.

Destpêkê di 21’ê Sibatê de bandor li Madagaskarê xist, piştre gihîşt Mozambîkê. Destpêka meha Adarê li Madagaskarê vegeriya, piştre li Mozambîk û Malavî xist.