2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîlançoya êrîşên dawî ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ji dema hilbijartinên 14 Gulanê de dewleta tirk 6 caran bi balafirên bêmirov êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê êrîşên dewleta tirk ên bi balafirên bêmirov li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de raporek amade kiriye. Li gorî bîlançoya di wê raporê de ji dema hilbijartinên 14 Gulanê de dewleta tirk 6 caran bi balafirên bêmirov êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Li gorî wê rapora SOHR’ê ji roja hilbijartinên Tirkiyê ve, balafirên wê yên bêmirov 6 êrîş li ser deverên Rêveberiya Xweser pêk anîne û di encamê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndaran gihaye 25 kesan.

Li gorî wê bîlançoyê ji wan 5 êrîş li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de pêk hatine û yek jî li nêzî Helebê pêk hatiye.

Bîlançoya êrîşan wiha ye:

Di 18’ê gulanê de, artêşa tirk li gundê El-Xerûfiyê yê gundewarê Minbicê wesayitek kir hedef û di encama êrîşê de 2 şervanên QSD’ê birîndar bûn û sivîlek jî ku li nêzî cihê bûyerê bû jiyana xwe ji dest da.

Di 19’ê gulanê de, balafireke bêmirov  xaleke hêzên rêjîma Şamê ya bi navê xala kontrolê ya 4 kîlometre li gundewarê Minbicê bombebaran kir, di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di 2’ê hezîranê de, otomobîleke ku kadroyekî  Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tê de bû, li derdora baregeheke Rûsiyayê li devera Arîma, li rojavayê Minbicê kir armanc û di encama êrîşê de wî kadroyî jiyana xwe ji dest daye.

Di 2’ê hezîranê de balafireke keşfê ya Tirkiyê komek karkerên ku li gundê Asilim ê navçeya Eyn Îsayê li nêzîkî rêya M4, kir armanc, di encamê de zilamek û hevjîna wî bi giranî birîndar bûn.

Di 10’ê hezîranê de, li bajarokê Ehadet yê gundewarê bakurê Helebê wesayiteke ku 3 endamên Yekîneyên Parastina Gel tê de bûn kir hedef û di encamê de şervanekî jiyana xwe ji dest da û 2 şervan birîndar bûn.

Di 12’ê Hezîranê de, balafireke bêmirov motorsîkletek li nêzî Kobanê kir hedef, di encamê de 2 hêzên leşkerî yên li herêmê tevdigerin jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Bi vê yekê hejmara êrîşên asmanî yên firokeyên bêfirokevan ên hêzên asmanî yên Tirkiyê li ser deverên  Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka sala 2023’an ve gihandine 19’an û di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûne. Di nava kesên di encama van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane 6 sivîl jî hene.