17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bilançoya şerê filistîn û Israîlê kêlî bi kêlî girantir dibe

Îsraîl xwe amade dike ku li Xezzeyê ji erdê ve dest bi tevgera leşkerî bike. Zêdeyê milyonekî kes ji Xezzeyê derketin û bilançoya qurbaniyên vî şerê dijwar roj bi roj girantir dibe

Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ku Xezze di bin destê wê de ye, hejmara kesên kuştî ji ber êrîşên Îsraîlê 2 hezar û 750 ye. Bi sedan zarok jî hatine kuştin. Wezaretê da zanîn ku hejmara birîndaran zêdeyê 9 hezar û 700’î ye.

Ji aliyê Îsraîlê jî bi piranî sivîl, hat ragihandin ku zêdeyê 1400 kes hatine kuştin.

Îsraîl ku xwe amadeyê şerê ji erdê ve li Xezzeyê dike, sivîl ji Xezzeyê direvin.

Hat ragihandin ku vê sibehê saet ji 09.00’an ve dest bi agirbesteke mirovî bûye. Lê li gor nûçeya Reutersê, medyaya Hemasê daxuyanî daye, gotiye ku wan hay ji agirbestê nîn e.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Misirî jî da zanîn ku agirbest e. Di encama hevdîtina Misirê de bi Îsraîl û DYA’yê re, deriyê Refahê yê li başûrê Xezzeyê ji nû ve vebûye.

Israîl li hêviyê ye ku Xezze ji sivîlan vala bibe

Artêşa Îsraîlê roja Duşemê daxuyanî da, got ku ew ê li rêyên xelk ji Xezeyê derbikeve nexe.

Artêşê bi daxuyaniyeke din da zanîn ku du rêyên derketina ji Xezeyê ji bo sivîlan hene. Îsraîlê da xuyakirin ku ji bo rakirina navênda operasyonê ya Hemasê ji holê, bakurê Xezeyê ji xwe re kiriye armanc.

NY: Bêhn li Xezzeyê diçike

Ajansa Penaberên Filistînî ya NY’yê (Unrwa) roja Yekşemiyê daxuyaniyekê ragihand li Xezeyê ku artêşa Îsraîl bêyî rehim lê dixe, karesateke mirovî ya nedîtî diqewime.

Serokê Unrwa’yê Phillippe Lazzarini di civînê de bi çapemeniyê re, got: ‘’8 roj in nayê hiştin ku dilopa avê, heba genim, lîtreyek sotemenî bikeve nava Xezeyê. Bêhn li Xezeyê diçike.’’

50 hezar û 500 jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar hatine hiştin

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) li ser platforma medyaya dijîtal daxuyanî da û got ku li Xezzeyê 50 hezar û 500 jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar hatine hiştin. Her wiha hate ragihandin ku ji van jinan 5 hezar û 500 jin dê di vê mehê de biwelidin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku hewcehiya van jinên ducanî bi parastina lezgîn û çavdêriya tenduristiyê heye û banga li her du aliyan hate kirin ku li gorî mafên mirovan ên navneteweyî tevbigerin.