2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîr-1: Her mirî gorekê dixwaze

Ger em gotina xwe ya dawî di serî de bibêjin, armanca me ya sereke ji vê nivîsê dê hê zûtir were fêmkirin: Heta ku hestiyên rêber û pêşengên kurdan dernekevin ser rûyê erdê, lihevhatin û lihevkirina bi dagirkeran re heta hetayê kêm e, kulek e, heram e. Ji ber ku hestiyên du Seîd û Seyidekî Kurd hê jî ne li holê ne.  ji ber ku hersê rêberên kurd hê jî bêgor in.

Weke di vê helbestê de jî tê gotin;

Her mirov gorrekê dixwazin j’xwe’r,

bo ku şûnşopekê bihêlin li dû xwe.

Her gorr jî mirovan…

bo ku li xwe vegerîne daringên j’xweliya xwe.

 ***

Helbet dêlindêza (merasima)  binaxkirina mirovan bi qasî dîroka mirovatiyê pîroz û qedîm e û ji hezar salan û vir ve ye ev dêlindêz hê jî berdewam e. Li ser mijara dêlindêz û binaxkirinê raman û pêderanînên curbecur hebin jî, di serî de yê tê bala mirov, parastina cesedê mirî ji lawiran û parastina cesedê mirî ji xerabûnê ye. Dû re bi sedema ku piştî binaxkirinê mirî karibe weke tovekê ji nû ve şîn were û dîsa vegere jiyanê, ji teref xwedî û xizmên wan bendewarî çêbûne û di encama nevegera li jiyanê de jî mirov nas û xizmên xwe yên mirî ji bo cîhaneke dîtir binax kirine. Ji bo rêlibergirtina xerabûna cesed jî, rê û azîneyên weke şimakirinê (mûmya) bi kar anîne.

Her çiqas şimakirina cesedan ji dîroka şimakirina welatê Misirê kevintir be jî, beriya zayînê di 9. û 7. sedsalê de Ûrartûyîyan bi baweriya ku dê jiyana li ser rûyê erdê li cîhana din jî berdewam bike, gorrên (menzel) xwe weke ode û avahiyan çêkirine û hundirê wan bi alavan tijî kirine. Li cem Ûrartûyîyan direwşa çerxa mirin û çêbûnê, dar e. Çawa ku dar di her demsalê de ji nû ve hêşîn dibe û zûbizû namire, mirovên Ûrartûyî jî heman hêvî ji bo mirovên xwe yên binaxkirî sêwirandine.

Mijara mirin û binaxkirinê ango avakirina goristanan ji bo miriyan, mijareke dûdirêj e û mirovan jî di pirrên afirandinên xwe yên nivîskî de ev mijar bi pirhêlî nirxandine. Di vî warî de gotineke nivîskar Mahmûd Derwîşî ya bi pirwate heye. Derwîşî gotiye, “Carekê bavê min ji min re gotibû, kesê bêniştiman nikare gorrê bixwaze, û şîret li min kiribû ku ez derkevim rêwîtiye.” Wî bi gotina bavê xwe kiribû û ketibû ser rêya derbideriyê. Her wiha ew di sala 2008’an de weke penaberekî bêniştiman li Houstona Amerîkayê çû ser dilovaniya xwedê û kula xwe ya sereke ya bi navê niştiman bi xwe re bir axê.

***

Bêgorrbûn, penaberî, parçebûna niştimanî û çewisandina MIRIYÊN kurdan, ji ya her miletan cudatir e û di vî warî de çavkanî û berhemên me yên nivîskî zehf kêm in. Ji dîroka dagirkerî û bindestiyê û vir ve, gellek şexsiyetên kurdperwer yan bêgorr mane yan jî her yek ji wan di gorrên quncik û kenarên cuda yên cîhanê de hatine bicihkirin.

Dema li Parîsê, li Goristana Cimetière du Père Lachaise em çav li gorrên Abdulrahman Qasimlo û hevrêyên wî, çav li gorrên Yılmaz Güney û Ahmet Kaya ketin, dema li Lozanê li Goristana Cimetière du Bois-de-Vaux em çav li gorrên Ismet Şerîf Vanli û Nûredîn Zaza ketin, ji nû ve li rasteqîniya gotinên Derwîşî fikirîm. Her çiqas ev qehremanên kurd bi hezaran kîlometreyan ji niştimana xwe dûr bin jî, qet nebe kevirek li ber serê wan hatiye çikandin, car carna bi bîra kurdên xwe ve tên û serdan li wan têne kirin.

Êş û kula herî mezin, ji ber nebûna gorîçeyeke (kêl) hin qehremanên netewa kurd dizê û di dilê xizm û hevrêyên wan de heta hetayê weke birînên vekirî dimînin. Mahsum Korkmazê bi navnûtik Qumandan Egîd, direwşeke ji van kesan e ku hê jî cihê pakrewaniya wî baş nayê zanîn. Bi hezaran şervanên cangorî bêgor in û bi hezaran ji wan jî gorên wan bi balafiran hatine bombekirin. Ji bîst salan vir ve ye li Taksîma Galatasarayê her roja şemiyê dayik û xizmên windakiriyan bi wêneyên destên xwe û bi awirên xwe yên metirsîdar tif li serçavên serdestên xwe dikin. Cesedên li nava kuçeyan mayî, cesedên di cemedxaneyan de hatine parastin, hestiyên bi kargoyan hatine şandin û hestiyên li binê peyarêkên bajarê Stenbolê hatine binaxkirin… her yek ji wan danjiyîna trawmayeke dîtir e û ji bo tunekirina BÎRa kurdî kiryar û tevgerên pîlankirî yên dagirkeran e. Ji ber wê jî hin lehengên serhildêr li serê çiyayê Agiriyê mane, hin li goristana Efrînê gorên wan hatine talankirin, hin jê jî di roja me de qet behs û qal ji bo wan nayêne kirin.

Li Cizîrê hebûna gorên Mem û Zînê û li binya lingên wan jî hebûna gora Bekoyê Ewanî, destana Memê Alan a netewî hîna xurtir dike û yekser stûna wêjeya kurdî Ahmedê Xanî bi bîra mirov dixe. Bi vî awayî destanek netewî vediguhere ya devkî û bi hebûna goran, xwe di jiyana asan a mirovan de jî diteyisîne.

Mirov xweziya xwe tîne ku serhildêr û pêşewayên kurd Şêx Seîd, Seîdê Kurdî, Seyid Riza û gelek pakrewan jî xwedî gorekê bûna û gorên wan weke direwşên netewbûna kurdan jiyînên wan bi bîr bixistana. Dewleta dagirker û talanker bi zanebûn gorrên hersê qehremanan nebedî kirine û ji wan ti şûnşop jî nehiştine. Ger kurd dixwazin bîra xwe ya netewî ava bikin û wê zindî bihêlin, divê di serî de têkoşîn û berxwedana xwe ya peydakirina cihên van pêşewayan bi heterî derxine pêş. Ji ber ku yên li ber çav di dil û hişên mirov de dijîn û yên li dûrahiyê jî weke çelengên di çîrokan de dimînin. Bi vî awayî nifşên nû dê peyxam û îlhama xwe ji wan hebûnên xwe yên netewî wergirin, dîroka xwe ya rasteqînî bi destên xwe binivîsin û mayinde bikin. Ji ber ku mirî bi gorrên xwe, jiyana netewa xwe zindî dihêlin û ew jî di bîra netewa xwe de zindî dimînin.

***

Heta ku hestiyên kurdan dernekevin ser rûyê erdê, raketin û jiyîna bi aramî li me kurdan kêm e, kulek e, heram e. Ji ber ku du Seîd û Seyidekî kurd hê jî bêgor in.

*Ev nivîs dê berwewam bike.