18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryara ‘anîna bi zorê’ ya derbarê dayika Şenyaşar de hate rakirin

Biryara “anîna bi zorê” ya derbarê Emîne Şenyaşar de, li ser miduriyeta polîsan ragihand ku Şenyaşar îfade daye hate rakirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 809’emîn de berdewam dike. Ji ber axaftina Emîne Şenyaşar a di roja 518’emîn a çalakiyê de (9’ê tebaxa 2022’yan), bi îdiaya “Heqaret li xebatkarê cemaweriyê” kiriye doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê duh li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê hate lidarxistin. Di danişînê de 8 hezar lîre cezayê pere yê edlî li Şenyaşar hate birîn û dadgehê ev ceza da paş.

Malbata Şenyaşar da zanîn ku piştî doz encam bû Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê li wan geriyaye û gotine derbarê dayik Emîne Şenyaşar de biryara “anîna bi zorê” heye. Miduriyeta polîsan ragihand ku ji ber dosyaya ji heman rojê Şenyaşar jê dihat darizandin divê îfadeyê bide û heke neyê wê derbarê wê de biryara “anîna bi zorê” bê pêkanîn.

Parêzerê malbatê Nîhat Şahîn, li ser vê yekê çû miduriyeta polîsan û ji wan re got ku dayik Emîne Şenyaşar beriya niha li dadgehê îfade daye. Biryar piştî agahdarkirina miduriyeta polîsan hate rakirin.