19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryara dadgehê li dijî hiqûqê ye

Parêzerê aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, Diyar Çetedir, der barê biryara 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de anî ziman ku biryar li dijî hiqûqê ye û dê dîsa li dadgeha jor îtîraz bikin.

4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, careke din der barê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad  (TJA) Zelal Bîlgînê di bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 3 meh ceza birî. Berê dadgeha Amedê 9 sal ceza xwestibû.  Lê Dadgeha Bilind dosya ji ber sedemên “lêkolîna kêm” û “cezayê zêde” xera kiribû. Piştî biryara xerakirinê darizandin ji nû ve li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran pêk hat. Dozger careke din ji sînorê jêr dûr ket û xwest ku Zelalê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” ji sînorê jor were cezakirin.

Şandeya Dadgehê daxwaza guhdarkirina şahidê nepen red kir, di danişîna piştî biryara xerakirina dosyeyê hatiye lidarxistin de birayara xwe da. Dadgeha cezayê 9 salan ê hatiye xerakirin tenê 7 mehan daxist û 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Zelalê.

Parêzerê Zelalê Diyar Çetedîr der barê cezayê ku hatiye birîn de nirxandin kir. Diyar Çetedir anî ziman ku dadgeha bilind der barê beraetkirinê de dosya xera nekir û wiha got: “Dadgeha bilind ji ber di sînorê jor de ceza birîbû dosya xera kir. Li ser ve yekê dosya dîsa li dadgeha herêmî vegerand. Lê dadgeha herêmî li gorî biryara Dadgeha Bilind tev negeriya. Dîsa nêzî asta sînorê jor ceza birî. Dadgeha herêmî vê carê 8 sal û 3 meh ceza birî. Dema em li darizandinê dinerin, dadgeha herêmî li gorî biryara dadgeha jor tev negeriya ye. Ceza kêm nekiriye. Dadgeha jor ne ji ber ku delîl kêm in xera kir. Ji ber ku di sînorê jor de ceza dabû xera kir. Em dibînin ku dadgeha herêmî tenê li ser îfadeyên şahidên nepen biryar daye. Pêdivî bi komkirina delîlan nedîtiye. Şahidê Nepen tenê li midûriyeta polîsan îfade daye. Lê 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Şahidê Nepen guhdar nekiriye. Ji ber vê yekê ne em û ne jî muwekila me Zelal nikare pirsan ji şahid bipirse.”

Parêzer Diyar Çetedir, helwesta dadgehê jî nirxand û wiha got: “Biryara hatiye dayîn li dijî hiqûqê ye. her çend 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê wekî ku li gorî Dadgeha Bilind tev geriya be jî, di rastiyê de ne wisa ye. Bêyî ku delîlan lêkolîn bike biryar daye. Tenê hindik ceza kêm kiriye û biryara berê daye. Ji ber vê yekê biryara dadgehê li dijî hiqûqê ye.”

Dadgeha herêmî biryara dadgeha jor baypas kiriye

Diyar Çetedir, helwesta Dadgeha Jêr ku biryarên Dadgeha Jor nasnekiriye jî nirxand û wiha axivî: “Biryarên dadgehên bilind, ji bo dadgehên herêmî esas in. Divê dadgehên jêr kite bi kite biryarên dadgehên jor pêk bîne. Dema em li biryara der barê Zelal Bîlgin de hatiye dayîn dinerin, dadgeh diyar dike ku li gorî biryara dadgeha jor tev geriya ye. Lê dîsa di sînorê jêr de ceza nedaye. Di sînorê nêzî asta jor de ceza daye. Li gorî halê baş tev negeriya ye. Em dibînin ku dadgeha jêr biryara dadgeha jor baypas kiriye.”

Diyar Çetedir anî ziman ku ji niha û şunde dê dîsa biryarê temyiz bikin û bişînin dadgeha bilind û wiha bi dawî kir. “Em dîsa li dadgeha cezayê bilind îtîraz bikin.”