17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bozdag: Komara Tirk li ser înkarê ava bûye

 Parlementerê DEM Partiyê Heval Bozdag, têkildarî êrîşên li ser ziman û govendê de anî ziman ku pergala Komara Tirk li ser tunekirina ziman û çanda milletekî din hatiye avakirin.

Hikûmeta AKP-MHP’ê êrîşên li ser zimanê kurdî zêde kiriye. Şaredarî piştî ketin destê DEM Partiyê, bi zimanê kurdî li ser rêyan “Pêşî peya” nivîsandin. Lê polîsan bi fermana walî Wan, Amed, Kerboran û gelek cihên din nivîs jêbirin. Parlementerê DEM Partiyê yê Agirî Heval Bozdag der barê mijarê de nirxandin kir. Heval Bozdag li ser armanca rejîma rawestiya û wiha got: “Dewlet dixwaze polîtîkayên xwe yên sed sal berê yên înkara kurdan berdewam bike.”  Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag, diyar kir ku ziman berxwedan e û wiha got: “ Her tişt bi ziman dest pê dike. Ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye. Di heman demê de çandê derbasî siberojê dike. Her gelek bi ziman û çanda xwe heye. Zimanekî serdest bi tunekirina zimanekî dinê hebûna xwe didomîne. Tunekirina nijad û milletekî bi tunekirina zimanê wî dest pê dike.  Bozdag, bal kişand xetereyên li ser zimanê bajêr û wiha pêde çû: “Çand û zimanê kurdên li bajêr, di xeterê de ye. Ji ber ku êdî li bajar axaftina kurdî û çanda kurdî kêm bûye. Pergala Komara Tirk li ser esasê tunekirina  çand û zimanê gelê din hatiye avakirin. Hebûna ziman û çanda yên din ji bo xwe tehdîd dibîne. Ji ber vê yekê ziman û çanda kurdî dike hedefa xwe.