6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan: Wê sala 2023 bibe sala serkeftinê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku wê têkoşîna partiya wan bidome û sala 2023’yan bibe sala serkeftin û serfiraziyê.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de axivî û mijarên di rojevê de nirxandin.  Di rojeva Bûldan de tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Peymana Stenbolê, duyemîn komkujiya Parîsê û doza girtinê ya li ser partiya wan hebû.

Bûldan anî ziman ku sala 2022’yan salek gelek zor bû û bi têkoşînê derbas bû û wiha got: “Sala 2022’yan ew sal bû ku îktidara AKP-MHP’ê welat ber bi têkçûnek giştî ve bir. Şer derxistin asta herî jor. Krîza aborî kûrtir kirin. Maf û azadî ji holê hat rakirin. Terza jiyanê yên cuda her roj bi êrişan re rûbirû ma. Destkeftiyên jinan yek bi yek hatin destesrkirin û her tim pêşî li siyaseta demokratîk hat girtin.”

‘Êrîş û tecrîd giran bûn’

Bûldan da zanîn ku seranserî salê li dijî muxalefetê êriş pêk hatin û wiha domand: “A rast di serî de êrişî HDP’ê kirin û tevahiya muxalefeta civakî bi binçavkirin û girtinanan, bi êrişên fizîkî, dozên kûmpasê re rûbirû man. Di sala 2022’yan de tecrîda li ser birêz Ocalan kûrtir û girantir kirin. Hemû rêyên çareserî û diyalogê yên diçin cem birêz Ocalan girtin. Zîhniyeta îktidarê sala 2022’yan li me kir sala reş, nebaşiyê, bêhiqûqiyê, cihêkariyê û newekheviyê.”

‘Me têkoşînê mezin kir’

Bûldan anî ziman ku li gel hemû êrişan jî sala bihûrî bi têkoşînê derbas kirin û wiha axivî: “Helbet li dijî êrişan têkoşîna me, hêzên demokrasiyê, kedkaran, karkeran, jinan û ciwanan a rêxistinkirî hin bêtir berfirehtir bû û bû sala ku hêviyên demokrasiyê li ser pêya girt. Me li dijî tarîtiyê ronahiyê afirand. Me hêvî û wêrekiyê afirand. Me serî rakir û hevgirtina xwe zêde kir. Me hevkariya xwe ya têkoşînê û tifaqên xwe berfireh kir. Me li her deverên Tirkiyeyê daxwaza azadî, edalet, aştiyê anî ziman. Me li her deverê welat li ber talana xwezayê, kedxwarî, desteserkirina maf û hiqûqê rabûn. Me li dijî astengkirina azadiyê û êrişên li ser siyaseta demokratîk her deverê kir qada têkoşînê. Me rê neda faşîzmê.”

‘Jinan qadan neterikand’

Bûldan bal kişand ser berxwedana jinan û got: “Jinan li ber her cûre êrişan û tundiyê serî netewand. Ciwan û jin bûn hêviyên civakê. Jinan li dijî polîtîkayên şer xeta têkoşînê ava kir. Têkoşîn û berxwedana jinan sînoran ji holê rakir. Ji rojhilatê Kurdistanê û Îranê deng û awaza dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li her deverê dinyayê belav bû û olan da.”

‘Em ê Peymana Stenbolê bi paş ve bînin’

Buldan bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û destnîşan kir ku ew ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin û bi têkoşîn û berxwedanê dê carek din Peymana Stenbolê bînin û bi dest bixin.

Bûldan li ser têkoşîna HDP’ê ku tevî hemû astengiyan jî dide rawestiya û got: “HDP bûye tirsa nava dilê îktidarê. Çimkî pir ji têkoşîn û hêza me ditirse. Çimkî HDP tê. HDP partiya jinan e, lewma AKP-MHP ji me ditirse. Em ê dawî li vê rejîmê bînin. Em dimeşin û tên. Sala 2023’yan wê bi be sala me jinan.

‘HDP li ser pêya ye’

Bûldan destnîşan kir ku HDP li gel hemû pêlên faşîzmê jî wek duh zindawere û li ser pêya ye û her çiqas êriş hebûn jî lê HDP’ê xwe li ser pêya girt û serketinê tîne. Buldan diyar kir ku wan li qadên 8’ê Adarê, Newrozê û 1’ê Gulanê li ber faşîzmê bi hêzek hevpar rabûne û ew bi ruhê Newrozê xwe ji sala 2023’yan re amade dikin û wê bi ruhî rabin. Buldan anî ziman ku hevalên wan siyasetmedar ên ji Doza Kobanê ya kûmpasê tên darizandin bi parastinên xwe dozê pûç kirine û destûr nedan ku heqîqet bê darizandin û bi serbilindî li ber xwe dan.

Duyemîn komkujiya Parîsê

Bûldan bal kişand ser Komkujiya Parîsê ya duyemîn û wiha got: “Ev îktidar li her deverê dijminatiyê li kurdan dike. Dixwazin êriş û dijminatiya xwe li qada navnetewî jî bidomînin. Ji bo kurd li tu devera dinyayê nebin xwedî îrade, çi ji destê vê îktidarê tê dike. Herî dawî li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişek pêk anîn. Tiliya îktidarê di vê êrişê de heye. Dişibe Komujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de. Ez carek din qurbaniyan bi rêzdarî bibîr tînim. Li ku kê dera cîhanê dibe bila bibe wê kurd îradeya xwe teslîmî we nekin. Hûnê nikaribin îradeya kurdan asteng bikin û hûnê qet nikaribin tasfiye bikin. Îrade û yekitiya kurdan li Parîsê jî, li Enqereyê, Stenbolê, Amedê û Rojava jî yek e. Êdî hûn ê ji vê fêm û bawer bikin. Em carek din diyar dikin, divê ev komkujî bi hemû aliyên xwe bê ronîkirin û hemû têkiliyên wê veşarî bên eşkerekirin. Ev jî di berpirsiyariya dewleta Fransayê de ye. Em ê jî heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.”

‘Kurd dîrokê diyar dikin’

Bûldan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi dijminatiya kurdan, bi operasyonên siyasî, bi darizandinên komployan, bi polîtîkayên derbeyê nikarin siyaset û siberojê ava bikin. Hêza sereke ya ku dê îro û sibe jî teşe bide, têkoşîna siyaseta demokratîk e, têkoşîna aştiyê ye ku em bêwestan didomînin. Yên li ber xwe didin, yên têdikoşin, yên berdêlan didin dîrokê diyar dikin. Ew siberojê diyar dike. Kurd jî miletekî birûmet e ku dê dîrokê diyar bike û siberojê diyar bike. Bloka desthilatdar a ku difikire ku bi komplo û dosyayên girtinê û operasyonên siyasî bi astengkirina HDP’ê re wê serketineke siyasî bi xwe re bîne, divê baş bizanibe ku hûn ê ji ber HDP’ê bi ser nekevin.

‘Em hebûn û em ê her hebin’

Civak ne mecbûr e li ber vê bêedaletiyê serî bitewîne. Partiya me ya ku Rêya Sêyemîn temsîl dike, navê alternatîfiyê û navê hêviyê ye. Bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi tifaqa kurdan re vê hêviyê mezintir dike. Em ê her tim bibin dengê gel, jin, ciwan, komên bawerî, kedkar, kedkar û kesên navê wan nayê ser ziman. Ji duh heta îro; me got ‘Em li vir in’ û em dibêjin em ê her li vir bin. Em îro bi Tifaqa Ked û Azadiyê re dibêjin ‘Em ê bi hev re bi ser bikevin’. Û em bi dengê xwe yê herî bilind li dijî kesên ku hewl didin me tasfiye bikin diqîrin û dibêjin; Em hebûn, em hene, em ê hebin û em ê pir bihêztir hebin.

‘Dê bibe sala azadiya kurdan’

Em ji îro dest pê bikin û dibêjin, em ê sala 2023’yan bikin sala demokrasiyê. Em ê bikin sala azadî û aştiyê. Em ê bikin sala têkoşîn û berxwedanek berfirehtir û xurtir. Ev sal sala me ye. Wê bibe sala gelan, jinan û ciwanan. Û her wiha wê îsal bibe sala kurdan û HDP’ê.”