20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûne saziyê kontrayê

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn der barê şewata înfazan û dirêjkirina cezayan de anî ziman ku girtîgeh bûne saziyên kontroyê û li dijî girtiyên siyasî hiqûqa dijminantiyê dimeşînin.

Ji 25’ê Adara 2021’ê vir ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ne, tu agahî nayê girtin. Bi hinceta “cezayên dîsîplînê” hevdîtinên malbatê û parêzeran tên astengkirin. Li gel vê hat ragihandin ku berdana girtî Veysî Aktaş salekê hatiye taloqkirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyand ku teblîxat ji wan r ehatiye ku berdana Veysî Aktaş ku diviyabû di 28’ê Nîsanê de bihata berdan, salekê hatiye taloqkirin.

Xwişka Aktaş Sabîha Aslanê bertek nîşanî vê rewşê da. Aslanê diyar kir ku ev biryar ew matmayî nekirine û got ku ew bi dewleteke ku “hiqûq, edalet û wijdanê nas nake” re rû bi rû ne. Aslanê bilêv kir ku 8 sal in nikarin birayê xwe Aktaş bibînin û got: “Em bi şev û roj meraqa wan dikin. Erdhej, nexweşî, karesat çêbû… Lê me agahî negirt.” Aslanê bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Dayika min kesekî dilsoz e, hêviyek wê hebû. Dayika min bi hêviya ‘30 sal qediya, wê were’ li benda birayyê min bû. Lê wan hêviya dêya min jî dizî.”

Gelek girtiyên siyasî ku cezayê wan li girtîgehê qediya ye, berdana wan a ji girtîgehê tên taloqkirin. Ji ber ku bi navê Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê saziyek nû derxistin. Ev saziyên Çavdêriyê yên Girtîgehê, hemû tevgerên girtiyan wekî tevgerên rêxistinî pênase dike û dinirxîne. Bi vê hincetê berdana girtiyan a ji girtîgehê asteng dike. Ev jî tê wateya tecrîda girankirî. Ev ji bo gelek muwekilên me derbas dibe. Herî dawî ji bo girtî Veysî Aktaş jî heman biryar dan.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn der barê şewata înfazan û dirêjkirina ceza nirxandinên girtîng kir.

Dixwazin girtî poşmam bibin

Eren Keskîn destnîşan kir ku ev sepanên Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê hem li dijî hiqûqa navdewletîg ye û hem jî li dijî hiqûqa hundir e û wiha axivî: “Em dikarin bibêjin ev hiqûqa dijminantiyê ye. Em her tim tînin ziman ku ev hiqûqa dijminantiyê ye. Mirovên ku demek dirêj li girtîgehê hatine girtin û cezayê xwe dîtine, zorê li wan dikin ku poşmam bibin.  Mirovan 10-15-20-30 salan li girtîgehan bêsûc û li dijî hiqûqê girtî dihêlin. Ev têr nake piştî wê jî dixwazin poşman bibin. Dema li gorî daxwaza wan seknekê nîşan nadin û daxwazên wan qebûl nakin jî berdana wan taloq dikin û asteng dikin. Ev heta dawî sepandinek dijdemokratîk e. Ev sepan li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye.”

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku bi pêşketina Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehan êdî tu wateya Saziya Înfaza Czea nemaye. tune û wiha lê zêde kir. Lijneyên Çavdêriyê yên girtîgehê bi temamî ketine pêşiya dozgerî û dadgehan. Li gel dadgehan bi serê xwe ji nû ve girtiyan ceza dikin û girtina girtiyan dirêj dikin. Em wekî hiqûqzanan nikarin vê yekê şirove bikin. Ji ber ku tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye.

Hiqûqa dijminantiyê ye

Sedema biryarên bi vî rengî yên Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehan wiha ne: “Mînak girtiyên lêgerîn qebûl nekirine. Îtîraza lêgerînê kirine. Daxwaza poşmantiyê qebûl nekirine. Bi kurdî axivî ne. An jî wekî niha dernakevin hevdîtina telefon û malbatan. Van tevan ji bo dirêjkirina ceza dikin hincet. Vana tevan wekî helwesta rêxistinî pênase dikin. Ji xwe ev mirovên girtî hatine darizandin û hatine cezakirin. Li gorî hiqûqê nikarin cezayekî nû bidin wan. Piştî dema cezayê wan qediya, divê wan serbest berdin.”

Eren Keskîn bal kişand ser rastiya hiqûqê ya li Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê hiqûqek li gorî pîvan û qanûnan tune ye. Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehê bûne Lijneyên kontra. Bi rastî ev sepandin li dijî demokrasî û li dijî hiqûqê ye. Ev di heman demê de hiqûqa dijminantiyê ye.”

Ev sepandin siyasî ne

Eren Keskîn, da zanîn ku li gel pêwiste ev girtî bên berdan nayên berdan û wiha pêde çû: “Ev biryar û sepandin pir siyasî ne. Ev raste rast girêdayî polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji ber vê yekê der barê çareseriya pirsgirêka kurd de gelek meseleyên me yên em çareser bikin hene. Lê ev sepandin û kiryarên li girtîgehan ên dijdemokratîk divê teqez têkeve rojeva siyasetê û meclisê.

Lê mixabin yê vê rastiyê tîne ziman tenê siyasetmedarên kurd in. Li ser vê axê mirovên ku dibêjin ez muxalif im, pir mexdûr dibin. Em dibînin ku binpêkirina herî mezin girtiyên siyasî yên kurd dijîn. Girtiyên nexweş û temen mezin rastî van sepanên dijdemokratîk tên. Ew qas pirsgirêk li girtîgehan hene. Lê mixabin ji xeysî tevgera siyasî ya kurdan, rêxistin û tevgerên din vê pirsgirêkê naxe rojeva xwe. Ji bo ku ev pirsgirêk nakeve rojeva muxalifên din, mixabin ev pirsgirêk zêde li erdnîgariya wan nayê niqaşkirin û nayên çareserkirin.

Eren Keskîn herî dawî da zanîn ku wekî parazvana mafên mirovan û ÎHD’ê di qada navneteweyî û neteweyî de di nava hewldanan de ne û wiha bi dawî kir: “Komîsyona Navendî ya Girtîgehan a ÎHD’ê heye. Ev pir çalak xebatan dike. Em gelek kesên di vê komîsyonê de endamên OHD’ê ne. Raporan aşkere dikin û parve dikin. Van raporên der barê rewşa girtîgehan de bi Saziyên Mafên Mirovan ên Ewropa re parve dikin. Her meh bi dehan caran em dixwazin bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin. Lê mixabin îktîdara siyasî ji civaka sivîl re bi temamî girtî ye. Îktîdara siyasî deriyê xwe bi temamî li civaka sivîl girtî ye. Bi tu awayî daxwaza me ya hevdîtinê qebûl nakin. Lê em her tim di vê mijarê de raporan aşkere dikin.