2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûyera Mêrdînê û serdana Barzanî

Her çiqas ji aliyê her du aliyan ve nehatibe aşkerakirin jî li gorî min ev hevdîtin li ser hilbijartinên Tirkiyeyê yên parlamento û serokkomariyê pêk hatiye.

Di vê pêvajoya ku li bakurê Kurdistanê ji aliyê AKP-MHP’ê ve torên selefxuriyê hatine avakirin de li Mêrdînê li dijî welatiyên Başûr êrîşeke hovane pêk hat. Li bakurê Kurdistanê ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve şerekî taybet tê meşandin û gelek lîstikên gemarî tên leyîstin. Di serî de cerdevan û kontrayên ku destê wan di xwîna gelê kurd de heye di van lîstikan de tên bikaranîn.

Bi van kesan torên gemarî yên hişbir, fihûş û selefxuriyê hatine avakirin. Van torên ku têkiliyên wan bi Saziya Îstixbaratê ya Tirk (MÎT) re jî heye di gelek bûyeran tên bikaranîn. Ser piraniya van bûyeran ji aliyê sazî û dezgehên dewletê yên AKP-MHP’ê ve tên girtin.

4 kes hatin girtin

Di 19’ê çileyê de li Mêrdînê ji aliyê van toran ve li dijî du malbatên ji başûrê Kurdistanê êrîşeke hovane ya çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Qurbaniyên êrîşê li bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê hatin veşartin. Piştre derket holê ku êrîş li devera Qesra Serçixan a di navbera Nisêbîn û Qoserê de ku bi qasî 300 metreyan dûrî Qereqola Yenîkoyê ya li ser sînorê rojavayê Kurdistanê ye pêk hatiye.

Heta ji ber ku êrîş nêzî qereqolê pêk hatiye dîmenên wê ketine ber kamerayên termal ên qereqolê. Lê tevî vê yekê jî leşkerên tirk neçûne cihê bûyerê û bi tu awayî mudaxileyî bûyerê nekirine. Ji ber bûyerê 6 kes hatin binçavkirin. Ji van 6 kesan 2 jê hatin berdan û 4 jê jî hatin girtin.

Dewleta kûr

Ji ber ku ji aliyê dewleta tirk ser bûyerê tê girtin û nayê xwestin rastiya bûyerê derkeve holê der barê bûyerê de agahiyên zêde nayên bidestxistin. Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopomtamya (MA) A.K. û F.A. ku ji ber bûyerê hatin girtin di bin çavan de qala dewleta kûr kirine û vê der barê de sûcdariyan li hev kirine.

Her wiha HPG’ê jî der barê bûyerê de daxuyaniyek da û bal kişand ser aliyên tarî yên bûyerê. HPG’ê diyar kir ku îhtimal heye bûyer ji aliyê kontrayên dewleta tirk ve pêk hatibe û destnîşan kir ku wê bûyerê bişopîne û ji qurbaniyên êrîşê re sersaxî xwest.

Serdana Barzanî

Li aliyê din bêyî ku ev bûyer bê ronîkirin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 26’ê mehê de ji nişkeve li Enqerê li serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan bû mêvan. Ev serdana Barzanî ya Tirkiyeyê bivê nevê di hişê mirov de dibe sedema gelek pirsan. Di pêvajoyên herî hesas de rayedarên Başûr ango yên PDK’ê serdana Tirkiyeyê dikin û bi rayedarên tirk re tên gel hev. Ji ber vê sedemê mirov nikare bibêje ku ev serdan bi awayekî tesadufî li van rojan rast tên.

Qet ne bawer im lê heke ev serdan ji bo ronîkirina bûyerê bûna û Barzanî çûna cihê bûyer lê qewimiye wê pirs di hişê mirov de çênebûna. Lê mixabin ev pêk nehat û tenê wêneyekî Barzanî yê li Qesra Erdogan hat parvekirin. Heta beriya vî wêneyî haya tu kesî ji serdana Barzanî tune bû. Bi gotineke din ev serdan bi awayekî veşarî pêk hat.

Daxwaz pêk anî

Ji aliyê serokkomariya tirk ve der barê mijarê daxuyaniyeke gelek kurt bi wêneyekî Erdogan û Barzanî hat dayîn û qet qala naverokê nehat kirin. Piştî vê daxuyaniyê ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve jî daxuyaniyek sosret a ji rastiyê dûr hat dayîn. Di daxuyaniya herêmê de bêyî ku qala naveroka rast a hevdîtinê bê kirin hat gotin ku hevdîtin li ser aborî û “ji bo parastina ewlehiya sînoran û dawî pêşhatên şerê dijî teroristan” hatiye kirin.

Her çiqas ji aliyê her du aliyan ve nehatibe aşkerakirin jî li gorî min ev hevdîtin li ser hilbijartinên Tirkiyeyê yên parlamento û serokkomariyê pêk hatiye. Îhtîmaleke mezin daxwaza hevdîtinê ji aliyê Erdogan ve hatiye kirin û ji ber ku Barzanî jî ji daxwazên Erdogan ên li dijî kurdan re her tim hazir û amade ye bêyî ku bikeve gumanê vê daxwazê pêk aniye.

AKP-MHP-PDK-HUDA-PAR

Beriya vê serdanê Erdogan yek ji hevkar û dostê Barzanî Serokê Giştî yê HUDA-PAR’ê Zekeriya Yapicioglû ku li qesra xwe kir mêvan û ji daxwaza piştgiriya hilbijartinan kir. Yapicioglû, bi riya televîzyoneke tirk ev yek aşkera kir û got ku amade ne bi Tifaqa AKP-MHP’ê ya dijberî kurdan re li hev bikin. Îhtîmaleke mezin Erdogan li qesra xwe heman daxwaz wê ji Barzanî jî kiribe.

Di rojên pêş de wê nîşaneyên vê yekê hê bêtir derkevin holê û em tev bi hev re bibînin ku AKP-MHP-PDK-HUDA-PAR çawa hevkariya hilbijartinê kirine. Tevlênebûna PDK’ê ya hilbijartinan ji bo piştgiriya wê ya AKP-MHP’ê ne problem e. Lewre bi kom û komikên girêdayî xwe yên li Bakur dikare vê piştgiriyê pêk bîne û ji bo serkeftina kurdan a di van hilbijartinan de bibe asteng.