22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûyerên xwezayî û erdhej

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Bûyerên xwezayî wekî “karesatên xwezayî” yan jî “bêtarên sirûştî” tên navandin. Ev gerûşe û bobelatên mezin ên erjeng û xeternak ku bi giranî yan jî bitevahî li derveyî venerîn (kontrol) û berbendiya mirovan pêk tên, gelek caran dibin sedema jidestdana can û windakirina malê mirovan.

Bûyerên xwezayî yên ku wekî xetereyên mezin tên zanîn cure bi cure ne. Hin jê girêdayê erdnasiyê (jeolojîk), hin jê girêdayî avnasiyê (hîdrolojîk) û hin jê jî girêdayî hewanasiyê ne (meteorolojîk in). Bûyerên jeolojîk, dibin sedema erdhej, hezaz, hezîna axê, aşît, volkan, kov û koncal û hwd. Bûyerên hîdrolojîk, dibin sedema lehî, sêlav, rabûna pêlên deryayê, gîrdav, gerînek, tsûnamî, tofan û hwd. Bûyerên meteorolojîk, dibin sedema bager, bahoz, bagêje, ecac û hwd.  Ji bilî van bûyeran gelek bûyerên fezayî yên mîna teqîne û pijiqînên cism û kevirên esmanî ku xetereyên mezin bi xwe re tînin, jî hene.

Pêwîstiya rûbirûbûna encamên erdhejê bi awayekî piralî, bûye sedem ku hem di pêvajoya dîrokî de û hem jî ji aliyê sosyolojîk ve der barê erdhejên ku li welatê me pêk tên de lêkolîn werin kirin. Armanca vê lêkolînê ew e ku bandorên erdhejê yên feza û xwezayê werin famkirin û  her wiha bi lêkolînên qadê di pêvajoya pêkanînên hevgirtina civakî de baş werin ravekirin. Armanca sereke ya ku di çarçoveya lêkolînê de were plankirin ew e ku pratîkên hevgirtina civakî yên li ser bingeha projeyên erdhejê aşkera bibe.

Bûyera ku vejena (enerjiya) di encama şikestinên ji nişka ve di qalikê erdê de derdikeve û bi pêlan re belav dibe, wekî erdhejê tê binavkirin.  Gelek sedemên erdhejê hene. Hin erdhejên ku xisarê didin bi avahî yan jî karên ku mirovan li ser rûyê erdê bixwe çêkirine ve girêdayî ne. Lêbelê, dema ku em qala erdhejê dikin, em bi piranî qala erdheja ku ji ber tengaviyên jeolojîk (erdnasiyê) ên avahiyên tektonîkî (zanîna qafikên erdê)  ku li ser rûyê erdê çêdibin, dikin. Divê em vê baş bizanibin ku li ser rûyê erdê û li her deverê -xasma jî li herêmên erdhejê- dibe ku her gav erdhejek çêbibe.

Her ku dem û mezinahiya erdhejê zêde dibe, li gel rûxandin û hilweşandina wê, tirs û fikarên mirovan ên ku tûşî erdhejê tên jî zêde dibe. Ji ber vê yekê, ji bo kesên ku li herêma erdhejê dijîn, girîng e ku ew zanibin li herêmeke ku li ser avahiya tektonîkî ya cîhanê, ango li ser xetên pêkhateyên erdhejê dijîn. Divê avahî jî li gor wê bên avakirin. Lewre hejîn zûtir di nav zinarên hawîrdor ku bi frekansa bilind diherikin, derbas dibe. Ji bo ku xisarên hê mezintir pêk neyên, divê gelê me jî di serî de tedbîra xwe li gorî vê yekê bigire. Bê guman heyama hejînê ya avahiya bilind ji hejîna heyama avahiya nizm mezintir e. Piştî hejînê jî xirabûn, rûxandin û xisara avahiya bilind  ji xirabûn, rûxandin û xisara avahiya nizm, mezintir e.

Bûyerên xwezayî, ji hêla mirovan ve ne tên astengkirin, ne tên sekinandin û ne jî tên taloqkirin. Ji ber ku pêkhatina van bûyeran ne di destê mirovan de ye û ji nedît ve û hin caran jî ji nişka ve pêk tên, berbendî, xweparastin û astengkirina wan jî zêdeyî qeweta miro e.  Bê guman tu kes nikare xwe li ber wan bigire an jî xwe ji ber wan bide alî.  Belê  mirov tenê dikarin li pêşberî van bûyeran tedbîr bigirin û xisar û rûxandinên wan hinekî kêmtir bikin. Ji bo wê jî pêdivî bi zanyarî, hişmedî, pispor û ceribandinên dîrokî heye. Çawa ku mirov bi hezaran sal in xwe ji bûyerên xwezayê yên wekî berf û baranê, germ û sermayê parastine û avahiyên xwe li gorî wê çêkirine; bi heman awayî dikarin li gorî hejîna erdhejê jî avahiyên tebûttir çêbikin û xwe ji xisarên erdhejê biparêzin. Mînaka vê yekê jî gelê Japonyayê ye. Li Japonyayê, di hejîneke 9 pile de pozê kesî bi xwîn nabe; belê li welatê me bi hejîneke 7-8 pile re kevir li ser kevir namîne. Ev jî nîşan dide ku ji erdhejê bêtir, bêtedbîrî xisarê dide mal û canê mirovan.

Ji do heta îro tu bergirtin û astengkirina bûyerên xwezayê ya ji hêla mirovan ve bi tevayî pêkan nebûye. Belê kêmkirin û qelskirina xisar û rûxanên van bûyeran tiştekî mimkûn e.  Bê guman ev jî ne bi bergerîn û duayên mirovan; bi lêgerîn, lêkolîn û dahûrandinên zanistî û tedbîr û bergiriyên aqilane yên zanyaran pêkan dibe. Çawa ku zagoneke xwezayê ya bi navê “gerûş”ê ku bi karesatekê diencime û dinyayê li mirov teng dike heye, hişê mirov ê ku li pêşberî vê zagonê xwe biparêze jî heye. Tenê hişê ku bi xwezayê re li hev be, dikare cîhaneke ewledar pêkan bike û mirov û ruhberên ser rûyê erdê biparêze.  Ji ber vê yekê, mirovên rayedar û berbirpirsiyar ên ku erdhejê wekî çarenûsekê dibinîn û mucîzeyên (bûyerên) xwezayê yên asayî wekî “karesat” bi nav dikin, tenê aciziya xwe nîşan didin.

Li gorî  dane û agahiyên pisporan, piştgîrî û alîkariya ji bo erdhejê û kesên alîkar divê bi awayekî tevayî û kolektîf pêk were. Û divê alikariyên cur bi cur  ên ji bo herêma erdhejê, bi serê xwe tevnegerin. Bi taybetî jî divê malzemeyên pêwîst tu car bi çalakiyên ferdî neyên bikaranîn. Lewre mexsed û armanca mirov çiqas pak û ji dil be jî, hin karên xesas, zanebûn û pisporiyê dixwazin.  Bê guman gelek çûnhatin, hewldan û alîkariyên ku bi niyeteke baş tên kirin hene; belê gelek caran ev yek xebatên lêgerîn û rizgarkirina mirovan  asteng dikin; heta ji feydeyê bêtir zerarê didin mirovên birîndar ên ku li bende alîkariyê ne.

Her wiha divê mirov bêyî têkilî, sazî û komeleyên xwedî înisiyatîv neçe herêma erdhejê. Di rewşeke wiha de dibe ku karê kesên ku li qadê dixebitin jî zehmet bibe. Riyeke din a alîkariya mexdûrên erdhejê jî ew e ku alîkariyê bidin sazî û rêxistinên ku li herêma erdhejê kar dikin. Divê navnîşana bexşên diravî  (wekî pere û tiştên din) jî bi baldarî were destnîşankirin. Ji ber ku gelek mirov di erdhejê de birîndar dibin, pêwîstiya lezgîn bi xwînê heye. Divê ji bo dayîna xwînê ji aliyê rayedaran ve bangawazî bê kirin. Divê ev bangawazî tenê ne ji bo mirovên herêmê her wiha  ji bo mirovên ku li çarnikarên welêt belav bûne jî bê kirin.

Travmayên (nexweşiyên derûnî yên) ku li welatê me ji ber erdhejê çêbûne, guhertinên ferdî û civakî pêk anîne û rûbirûbûna rastiya erdhejê di jiyana rojane de wekî diyardeyeke civakî derketiye holê. Divê piştî erdheja herî wêranker a dîrokî û pêkanînên hevpariya civakî û destekên gel, sazî û mezrîngeyên sivîl ên herêmî li çar aliyên welêt xwe ji dil û can bidin pêş da ku mexdûrên erdhejê yên ku li bajarên din belav bûne, hem ji hêla aborî û hem jî ji hêla derûnî ve bê eleqe nemînin.  Divê bi beşdariya mexdûrên erdhejê li hemû herêm û bajarên ku li hemû parêzgehan hatine avakirin yekser piştî erdhejê jî lêkolîneke baş were kirin. Divê di encama lêkolîn û dahûrandinên baş de, ji bo xetereyên erdhejê yên pêşerojê pêşniyar, rexne û nirxandinên kûr werin kirin. Gotina kurt; divê hem mexdûrên erdhejê bi ewlehî werin bicihkirin û hem jî kul û birînên wan bi piştgirî, ragihandin, pejnkarî, alîkarî û pêwendiyên kolektîf û tevahî bên cebirandin.