17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgeran vê heftê li faîlên Vedat Aydin û aqûbeta Îsa Efe û Îkram Mihyaz pirsîn

Di çalakiya vê heftê de Xizmên Windayan û ÎHD’a li Amedê xwestin kujerên Vedat Aydin bên darizandin, li Êlihê jî li aqûbeta Îsa Efe yê winda pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 752’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHD’ê, rêveberên MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windana hildan. Vê hefteyê li faîlên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de li malê hat binçavkirin û paşê hat qetilkirin pirsîn.

Gotinên Aydin bi bîr xistin

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn beriya daxuyaniyê axivî û axaftina Aydin a “Li herêmê rêxistinên tarî bûyerên qirêj pêk tînin, divê bûyer ji aliyê dewletê ve bên eşkerekirin, heke dewlet rastiyan eşkere neke, kiryar dewlet e” bi bîr xist û got ku tevî 32 sal di ser pêvajoya tarî re derbas bûye jî heta îro tu bûyer nehatiye ronîkirin. Zeytûn diyar kir ku heta kiryar ango faîl bên dîtin dê têkoşînê xwe bidomînin.

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirin û qetilkirina Vedat Aydin xwend.

Serpêhatiya Aydin

Serpêhatiya Vedat Aydin wiha ye: “Vedat Aydin di sala 1953’an de li gundê Heciya Kurdan ê girêdayî navçeya Bismilê ya Amedê ji dayîk bû. Di sala 1979’an de ji Beşa Wêjeyê ya Enîstîtuya Perwerdeyê ya Amedê mezûn bû. Di dema darbeya 12’ê Îlonê de hate girtin û 4 salan girtî ma.

Di nava ÎHD û HEP’ê de cih girt. Serokê HEP’ê ê bajarê Amedê bû. 5’ê Tîrmeha sala 1991’ê de polîsan Vedat Aydin ji mala wî birin û piştî vê bi 2 rojan li Madenê mirî hate dîtin. Di 10’ê Tîrmeha sala 1991’ê de bi beşdariya hezaran mirov ku li ber derê avahiya HEP’ê ya Amedê kom bûn berê xwe dan Madenê û ketin rê.

Bi hezaren kesên ku di wesayîtan de cih nedîtin û ji bo merasîma cenazeyî çûn ber Mizgefta Sûmerê. Kesên ku gihiştine Madenê ji 10 hezarî zêdetir bûn. Hemûyan erebeyên xwe bi pûşiyên kesk, sor û zer xemilandibûn. Karkeran dest ji kar berda û dikandaran dikıanên xwe girtin û ji biçûkan bigire heta kal û pîran tev li merasîma cenazeyê bûn.

Vedat Aydin (38) bavê 3 zarokan bû, di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji hêla kesên ku xwe weke polîs dane nasîn ve li malê hate binçavkirin. Li ser vê parêzerê Aydin ji midûriyeta polîsan pirsa Aydin kir. Lê jê re tê gotin ku Aydin li wir nîne. Du roj piştre di 7’ê Tîrmehê de li ser rêya Maden û Erxeniyê cenazeyê wî hate dîtin. Cenaze di 10’ê Tîrmehê de teslîmî malbata wî hate kirin. Di merasîma cenazeyê de jî polîsan gel gulebaran kir. Bi dehan sivîl qetil kirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Em ê dest ji têkoşîna ji bo edaletê bernedin

Em ji sala 31’ê çileya 2009’an heta niha biisrar daxwaza xwe ya dîtina windakiriyan û darizandina kujerên wan didomînin. Em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin. Yek ji nirxên mirovahiyê jî, mafê gor û şînê ye. 32 sal in di dosyeya wî de tu pêşketein çênebûye. Em ê dest ji xwesteka edaletê bo Vedat Aydin bernedin.”

Piştî daxuyaniyê di şexsê Vedat Aydin de ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 588’emîn de li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li serê Cadgeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Xizmên windayan, rêveberên ÎHD, OHD, MEBYA-DER tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Îsa Efe yê di 7’ê tîrmeha 1996’an de li gundê Dêşî yê bi ser navçeya Dêrika Mêrdînê ve hat windakirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin, hat pirsîn.

27 sal in xeber jê tune ye

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî daxuyaniya vê hefteyê xwend û qala serpêhatiya windakirina Îsa Efe kir û di rojekê de du caran tê binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin. Elçî destnîşan kir ku 27 sal in agahî ji Îsa Efe nayê girtin û tevî hemû hewldanên malbatê jî lêgerîn bêencam dimîne.

Piştî xwendina serpêhatiyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Îzmîr

Li Izmîrê jî ÎHD’a Îzmîrê xwest ku demobriya li ser dosyeya Serokê Rûmetê yê Tum Bel-Senê yê Îzmîrê Îkram Mihyaz ê di sala 1994’an de hat qetilkirin bê rakirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ku ji du hefteyan carekî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar dixe, vê hefteyê jî berdewam kir. Rêveberên ÎHD, malbata Mihyaz, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Winda wîjdan in xwedî li wan derkeve” û “Faîl diyar in winda li ku ne?” hatin hildan. Vê hefteyê li kujerên Serokê Rûmetê yê Sendîkaya Xizmetên Hemû Şaredariyan û Rêveberiyê (Tum Bel-Sen) ê Şaxa Îzmîrê Îkram Mihyaz ku di 5’ê tîrmeha 1994’an de hat revandin û qetilkirin, hat pirsîn.