1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ mezin dibe

Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya bi pêşengtiya malbatên girtiyan tê lidarxistin de axivî û diyar kir ku dê li her qadê li dijî tecrîdê têbikoşin.

Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya malbatên girtiyan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de hatiye destpêkirin berdewam dike. Malbatên girtiyan mîna her hefteyê, vê hefteyê jî xwestin li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îzmîrê Îbrahîm Akin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn. Girseyê di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî û şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hilgirtin û pêşmalkên bi nivîsa “Meşa azadiyê” li xwe kirin.

Polîsan dîsa bûn asteng. Malbatên ku xwestin li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê bidin, ji ber astengiya polîsan, li baxçeyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Sadî Konuk a Bakirkoyê daxuyanî dan.

Parlamenter Akin bal kişand ser girîngiya çalakiyê û ev tişt anî ziman: “Bi dehan rêhevalên me li girtîgehan li ber xwe didin. Ji bo rakirina tecrîdê û anîna azadî, aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, ev çalakî girîng e. Dê têkoşîna me ya li dijî vê tecrîdê li hemû qadan bidome. Em ê hem li meclisê hem jî li vir têkoşîna xwe bidomînin.”

Beşdaran çalakiya rûniştina ya 5 deqeyan li dar xist. Di çalakiyê de girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Silav silav, hezar silav” û “Hem li hundir hem li derve tecrîdê parçe  parçe bike” berz kirin.

Çalakî bi çepikan bi dawî bû.