29 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya girtiyan didome

Girtiyên siyasî çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin berdewam dikin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî çalakiya xwe ji 4’ê Nîsanê ve derbasî qonexeke nû kirin. Girtiyan destnîşan kirin ku heta daxwazên wan pêk bê, dê êdî dernekevin hevdîtina rûbirû, redkirina hevdîtina bi telefonê û dê dernekevin dadgehan. Ji ber ku heta niha daxwazên girtiyan li ber çavan nehatine girtin, girtî bi biryar û israr çalakiya xwe berdewam dikin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ ji 4’ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”