3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya konê azadiyê sê roj li pey xwe hişt

Meclisên Gel ên Herêma Ereban bi boneya piştgiriya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ hatiye destpêkirin, çalakiya xwe di roja sêyemîn de berdewam kirin. Beşdaran xwestin her kes li Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî derkevin

Çalakiya konvedanê ya bi pêşengiya Meclisên Gel ên Herêma Ereban bi boneya piştgiriya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ hatibû destpêkirin, di roja sêyemîn de bidawî bû. Civaka Ereb a Şengalê gotin: “Em wek civaka ereb a Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo wê bi hemû pêkhateyên Şengalê re di nava hewildan û çalakiya de bin.”

Di 25’ê Cotmehê de bi pêşengiya Meclisên Gel ên Herêma Ereban ji bo piştgiriya bi pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ konê çalakiyê hatibû vedan. Çalakiya konvedanê îro di roja sêyemîn de bi daxuyanyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate diyakirin ku ew wek civaka ereb a Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo wê bi hemû pêkhateyên Şengalê re di nava hewildan û çalakiya de bin.

Civaka ereb a Şengalê ji bo piştgiriya ji pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ re di 25’ê Cotmehê de li Baxçeyê Mam Zekî yê li Geliyê Şilo li Şengalê, bi pêşengiya Meclisa Herêma ereban konê çalakiyê vedan. Konê çalakiyê di roja sêyemîn de bi serdana gelê êreb, şagirtên dibistana Şehîd Zîlan a perwerdeyê ya YJŞ’ê serdana konê çalakiyê kirin. Çalakiya konvedanê bi daxuyanyekê bidawî bû.

Di daxuyaniyê de ji bo ji bo kesên serdana konê çalakiyê kirine spasî hate kirin û hat gotin ku civaka ereb ji bo azadiya Rêber Ocalan wê bi hemû pêkhateyên din yên Şengalê re di nava çalakî û hewildanan de bin.

Di saetên nîvro de Şagirtên dibistana Şehîd Zilan a perwrdeyê ya YBJ’ê , nûnerên sazî û rêxistinên civaka ereb  û gelê herêmê serdana kon kirin. Di bin kon de di der barê Rêberê PKK’ê Ocalan de sinevîzyonek hate nîşandan û piştre Endama Dibistana Şehîd Zîlan, Zîna Mihemed axaftin kir . Zîna wiha got: ”Em wek jinên Ereb ji ber ku Rêber Apo girîngî dide hemû pêkhate, civakan û taybet di aliyê jin de xwedî nêrîne. Em xwedî derketina li Rêbertî erka li ser milê xwe dibînin û li ser vî bingehî me îro serdan konê çalakiyê kiriye ku sê rojin hatiye vedan. Em vê çalakiyê silav dikin û ji bo azadiya Rêber Apo emê tekoşîn bikin.

Piştî axaftinê gelê ereb li hev kom bûn û çalakiya xwe ku sê roja dewam kir bi daxuyanyekê bidawî kirin. Endamê Rêveberiya Meclisa Herêmên Ereban Xideyir Saleh daxuyanî xwend. Saleh ji bo azadiya Ocalan bang li tevahiya welatên ereb kir û anî ziman ku Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd belkû ji bo tevahiya gelên azadîxwaz çareseriye. Em weke civaka ereb ya şengalê helwesta NY’ê û tecrîda giran ya ku ji aliyê dewleta tirk ve li hember Rêber Apo tê pêkanîn, şermezar dikin. Em wek gelê Şengalê ji Rêber Apo fêrî jiyana azad, xwedî îrade û xwe birêvebirinê bûn. Her wiha rêber Apo ew fikir da me ku em dost û dijminê xwe ji hev nas bikin. Pêkvejiya gelan ku li van herêma pêş ketiya û heya astekê demokratîkbûn dinava civakê de pêş dikeve. Herwiha em gihane wê baweriyê ku tu cudahî di navbera olên cuda de nîne, ev yek bi saya Rêberê me pêk hatiye. Rêber Apo jiyana xwe ji bo xizmeta gelên herêmê û pêkvejiyana pêkhateyan kiriye qurban . Em jî wek gelên di Rojhilata Navîn de dijîn û dixwazin bi awayek azad bijîn. Ji bo vê jî destpêkê pêwîste em li Rêber apo xwedî derbikevin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyakirin ku wek civaka ereb îro çalakiya konvedanê bidawî dikin, lê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ewê heya dawî bi pêkhateyên din yê Şengalê re di nava tekoşîn û hewildana debin.

Konê çalakiyê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.