7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya li ber NY didome: Emê heta dawiyê têbikoşin

Kurdên li Swîsreyê li dijî êrîşên dewleta tirk û bikaranîna çekên kîmyewî 3 roj in li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Kurdistaniyên di saetên sibê de hatin qada çalakiyê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin. Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mulkiye Bûlût diyar kir ku îro baweriya azadiyê ya gel a ku bi têkoşîna gerîla ya 40 salî hatiye afirandin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê zindî bûye û wiha got: “40 sal in em li ber xwe didin. Di van salan de zilma ku me nedîtiye tune ye. Dijminê me ji bo ku me tune bike her tiştî dike. Ger ku em bi ser bikevin wê dijminên me têk biçin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin.”

Bûlût banga mîtînga navendî ku sibê li dar bixin jî kir û wiha lê zêde kir: “Kesê ku bêje ez kurd im, bila sibe tevlî çalakiyê bibe.”

Çalakgerên ku piştî axaftinê dest bi rûniştinê kirin, di foruma ku organîze kirin de li ser xiyaneta PDK’ê û têkoşîna rûmetê axaftin hatin kirin. Çalakî bi axaftin, stran û berzkirina dirûşmeyan dewam dike.