12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ mezin dibe

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 13’an de bi serdanê gelek sazî û dezgehên sivîl didome.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED) ve bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bi biryardarî didome. Li salona DEM Partiyê ya navçeya Rêzan a Amedê ku çalakî lê didome, pankartên “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtiyan”, “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan”, “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” daleqandin. Dayikên çalakger ên bi biryar di roja 13’an de çalakiyê didomînin.  Ji bo piştgiriyê endam û rêvebirên KESK, rêvebir û endamê Dem Partiyê yê navçeya Karaza Amedê, rêveber û nûnerên Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civakî û gelek welatî serdana çalakgeran dikin. Di çalakiya ‘Nobeta Edaletê’de çalakgeran stranên şoreşgerî gotin û lîlandin.

Di serdanê de Berdevkê Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê Serhat Kiliç axivî û wiha got: “Em li ser navê KESK’ê nabeta we slav dikin. Gelek pirsgirêkê civakî hene, lê ev pergala tecrîdê bingêha van pirsgirêkan e. Ji ber wî em dibêjin ku her çiqas em ji sedî sed jê ne razîbin jî qanûnên bingehîn yê vê dewletê yên ku hene jî nayên sepandin. Gelwk caran pêvajo xitimiye dayikên me hêz dane civakê. Me berê jî ji tekoşîna we hêz digirt, em niha jî hêz digrin û em ê her tim hêz bigirin. Heta daxwaza we here serî em ê bi were bin.”

Serdanên nûnerên rêxistinên civakî, siyasî û welatiyan ya ji bo çalakgeran didome.