6 Temmuz, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ didome

Çalakiya TAJÊ ya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku daye destpêkirin didome. Endamên TAJÊ her roj serdana malan dikin û wêneyên Rêber Apo diyarî malbatekê dikin.

Kampanyaya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi sernavê ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku daye destpêkirin didome.  Di çarçoveya  kampanyayê de endamên Meclisa Jinê ya Serdeşta Şengalê îro jî çûn serdana malbatên li gundê Hîrdanê yê Serdeştê û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û brûşora ku kurtejiyana wî tê de tê vegotin, diyarî malbatan kirin.  Di serdana malan de endamên Meclisa Jinê ya Serdeştê Neam Îlyas û Kinê Xidir li ser armanc û hedefa kampanyayê axivîn.

 Bi diyariyê serbilind in

Endama Meclisa Jinê ya Serdeştê Neam Îlyas a ku çû serdana mala jina bi navê Hediye diyar kir ku wan xwestine wek TAJÊ wêneyê Serok Apo diyarî gel bikin û ev tişt anî ziman: “Çawa şagirtin Serok Apo û fikirên wî di dema fermanê de bi hawara jin û civaka êzidî ve hatin, me jî xwest bi vê xebatê re wêneyê Serok Apo diyarî bidin malbatan. Ji ber fikir û felsefeya xwe ya azad Rêber Apo di nav çar dîwaran de hatiye hiştin. Me jî xwest bi vê xebatê balê bikişînin ser tecrîda li ser Serok Apo û ji bo azadiya wî ya fîzîkî pêk were tiştek bikin.”

Xwediya malê Hediye jî ku endamên Meclisa Jinê ya Serdeştê bi dilgermî pêşwazî kirin got,“Em jî gelek kêfxweş bûn bi wêneyê Serok Apo ku we diyarî me kir û ev diyariyek gelek pîroz e ji bo me. Em bi vê diyariyê serbilind in.”

 Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin

Endama Meclisa Jin a Serdeştê Kinê Xidir jî di serdana mala Hêtê Xidir de axivî destnîşan kir ku bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ Kampanya bi navê ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ dane destpêkirin û ev nirxandin kir: “Di çarçoveya vê kampanyayê de em wêneyên Serok Apo diyarî malbatan dikin. Em azadiya Serok Apo dixwazin. Em ji fermanê heta niha bi fikrên Serok Apo li ber xwe didin. Ger Serok azad bibe dê her kes azad bibe, hemû zilm, zor, qirkirin, talankirin û hwd. dê bi dawî bibe.  Di fermanê de bes tenê şargirtinên wî û fikrên wî bi hawara me ve hatin. Ji ber vê ji bo azadiya fîzîkî ya Serok Apo çi bikeve ser milê me em ê bikin.”

Xwediya malê Hêtê Xêro jî da zanîn ku her çiqas bi awayekî fîzîkî ji wan dûr be jî Serok Apo her di dilê wan de ye û wiha got: “Tişta ku Serok Apo ji bo me civaka êzidî kir kesek nekir. Hêvî dikim di demeke zûtirîn de azad bibe.”

Çavkanî: JINNEWS