27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakvanên kurd têdikoşin

Di cîhanê de kêm dewlet ên wek Îranê hene ku ji her aliyê de mafên mirovan tên binpêkirin. Kurdên rojhilatê Kurdistanê ji bo mafên mirovan sazî û dezgehan ava dikin û li dijî kiryarên Îranê têdikoşin. Em derbarê binpêkirina mafên mirovan de bi rêvebera Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (TMMK) Fatêma Kerîmî re axivîn.

Rejîma Îranê derfet dide ku sazî û dezgehên mafên mirovan li dijî neheqiyan tevbigerin? Rewşa saziyan li wir di kîjan astê de ye?

Komara Îranê yek ji rejîmên totalîter e ku bi awayekî sîstematîk û berfireh mafên mirovan der barê kes û komên civakê de binpê dike, lê niha ji bilî çend saziyên hikûmetê, bi fermî destûr nayê dayîn tu rêxistin û dezgeheke serbixwe ya mafên mirovan li Îranê bixebite. Çalakiyên serbixwe yên mafên mirovan wek ziyanker ji bo ‘ewlehiya neteweyî’ tên dîtin û çalakvan ji ber çalakiyên xwe berdêlên mezin didin.
Îran bi tundî li dijî çalakiyên saziyên mafên mirovan radiweste. Komar nerazîbûn û raporên saziyên îranî û navneteweyî yên li ser binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê xwe ve wek ‘lîstokên siyasî’ û ‘dij-şoreş’ ên rojavayî binav dike. Qanûnên Îranê li ser esasê îslam û şerîetê ne. Ji ber ku mafên mirovan wek rêbazên rojavayî û dij îslamê dinirxînin lewma li gor peymanên navneteweyî tevnagerin.

Li Îranê kêm çalakvanên mafên mirovan hene ku bi sûcên giran nehatibin darizandin. Wekî mînak em dikarin behsa serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê Mihemed Sedîq Kebûdvend bikin ku di sala 2007’an de bi tometa ‘xebata li dijî ewlehiya neteweyî’ bi rêya avakirina Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ‘propaganda li dijî rejîmê’ bi rêya peywendiya bi rêxistinên navneteweyî re 10 sal ceza û ji ber ku name ji Kofî Annan ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê berê re şandibû salekê cezayê girtîgehê lê hat birîn. Kebûdvend di 2017’an de hat berdan, lê hîn jî ji mafên xwe yên civakî bêpar e. Bi giştî karê rêxistinên serbixwe yên mafên mirovan li Îranê gelek dijwar û heta ne mumkin e.

Hûn wek saziya TMMK dikarin bi saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re têkilî deynin? Heke têkiliyên we hebin hûn têkiliyên xwe li ser kîjan esasî datînin?

Armanca damezirandina TMMK’ê, hewldana aşkerakirin û belgekirina dosyayên binpêkirina mafên mirovan ên li rojhilatê Kurdistanê ye. Binpêkirinên mafên mirovan ên neteweyên wek kurd, belûç, azerî, ereb û yên din tenê bi çend reqeman dihatin ziman. Ev jî ji aliyê çalakvanên kurd ve dihat rexnekirin. Ji bo gelek dezgehên ragihandinê yên îranî yên li derveyê welêt, tenê çend nav û kesayetiyên îranî li ber çav bûn ku wek çalakvanên mafên mirovan dihatin nîşandan. Di çarçoveya aşkerakirina binpêkirinên mafan de di 2014’an de bi hewldana çalakvanên kurd Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li Fransayê hat avakirin.
Ji destpêka avakirina TMMK’ê heta niha binpêkirinên mafên mirovan rojane, mehane û salane bi kurdî, farisî û îngilîzî tên amadekirin. Heta niha me bi gelek saziyên wek Amnesty International, Human Rights Watch, Hevbendiya Cîhanî ya li Dijî Cezayê Bidarvekirinê û gelek saziyên îranî re têkilî danî. Tor navbeynkariyê di navbera kesên ku mafên wan hatine binpêkirin û saziyên navneteweyî de datîne. Her wiha daxwaz ji saziyên navneteweyî dike da ku bi awayekî cidî mudaxele li dozên binpêkirinên mafên mirovan, bi taybet cezayê îdamê, bikin.

We ji bo sala 2021’ê raporeke li ser neheqiyên ku li Îran û Rojhilat pêk tên parve kir. Di wir de hejmara kolberên ku hatine qetilkirin û birîndar bûne zêde ne. Di welateke ku hatiye parçekirin û her parçeyên wî bi têl û mayînan hatiye dorpêçkirin de gel ji ber çi neçarî kolberiyê dibe?

Yek ji babetên binpêkirinên mafên mirovan li Rojhilat kuştina sîstematîk a kolberan e. Her sal gelek ji van kesan ji aliyê hêzên sînor yên Îranê ve tên kuştin, birîndarkirin û seqetkirin.
Di sala 2021’ê de herî kêm 46 kolber hatin kuştin û 122 kes jî birîndar bûn. Ji ber vê sedemê behsa kolberan, beşeke girîng ji amarên binpêkirinên mafên mirovan a li Kurdistanê pêk tîne. Ji ber ku kuştina kolberan zêde ye ev bala rêxistinên navneteweyî jî dikişîne.
Ji ber perspektîfa ewlehî ya hikûmetê çalakvanên mafên mirovan bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ji ber nebûna lêkolînên serbixwe li nav welêt û hebûna fişarên ewlehiyê li ser çavkaniyên mirovî yên pêbawer, amarên li ber dest hemû bûyerên destdirêjiyên personelên leşkerî li ser canê kolberan nahewîne û bêguman bûyerên kuştin û binpêkirinên mafên kolberan ji amarên ku li ber dest in gelek zêdetir in.

Li salên borî NY di raporên xwe de kuştina kolberan ên ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê ve wek ‘kuştinên derveyî darazê’ bi nav kirin û bertekên xwe anîn ziman. Bi giştî sedemên kolberiyê rewşa siyasî, aborî û civakî ya li Rojhilat e. Hem di serdema Pehlewî de hem jî di rewşa niha de Rojhilat ji hemû mafan bêpar hatiye hiştin. Ji ber van sedeman kurd neçar dimînin ku kolberiyê bikin. Hejmara herî zêde ya kolberan li parêzgeha Kurdistanê ye. Ji xeynî wê li Kirmaşan û Azerbaycana Rojava jî kolber hene û ev hejmar her roj zêde dibe. Her çiqas tam neyê zanîn jî li gor îstatîstîkan hejmara kolberan di navbera 70 û 150 hezarî de ye.
Kolberî tenê bi beşeke taybet ve sînordar nîn e. Bi giştî, kesên bi temen, perwerde û zayendên cuda di nav kolberan de hene. Her wiha hin jinên li gund û bajarên navendê dijîn bi rêya kolberiyê debara xwe dikin lê hejmara kolberên jin bi zelalî nayê zanîn.

Wek tê zanîn Îran bi rêbazên îslamî tê birêvebirin. Li gor van rêbazan kolber ji ber çi dibin sûcdar û dibin hedefên pasdar û leşkerên dewleta tirk?

Di warê veguhestina kelûpelên ji derve bo hundirê welêt, li gorî yasayan pêwîstî bi dayîna baca gumrikê heye, ger neyê dayîn dê ew kelûpel qaçax be. Lê ji ber ku mîqdar û heta cureyê kelûpelan di cezakirina kesên ku qaçaxçî tên hesibandin de girîng e, ji bo diyarkirina cezakirina sûcdaran divê mîqdarê kelûpelan were texmînkirin.
Li gorî xala A ji madeya 2’yemîn a yasaya qaçaxçitiya kelûpelan, ger bihayê kelûpelên qaçax ji milyonek tûmen kêmtir be tu ceza li tawanbaran nayê birîn. Ji ber ku nirxê kelûpelên ku kolber derbas dikin bi gelemperî ji wê hejmarê kêmtir e.
Li gor daneyên heyî ji sedî 0.5 qaçaxçitiya welêt ji aliyê kolberan ve ji sedî 95.5 ê mayî jî bi rêyên fermî bi konteyniran derbasî Îranê tên kirin. Di yasayên Îranê de hatiye diyarkirin ku dema kolberek nesekine hewce ye di vê rêzê de guleyan berbide. Guleya yekemîn li hewayê, ya duyemîn ji navê jêr a sêyemîn jî ji navê jor bê berdan.

Lê di pratîkê de ne tenê kelûpelên kolberan tên desteserkirin, belkî ew bi xwe jî bêyî ku sûcên wan bê diyarkirin û darizandin ji aliyê leşkerên Îranê ve tên gulebarankirin.
Sedema kuştina sîstematîk a kolberan jî ji bo wê yekê ye ku Komara Îslamî ji destpêka desthilatdariya xwe ve li Kurdistanê xwedî nêrîn û nêzîkatiyeke tam ewledar li ser mijarên siyasî, civakî, çandî û aborî li Kurdistanê ye. Kolberî jî mijareke civakî û aborî ye ku nêrîna desthilatdarî di beramber wê de jî nêrîneke ewlehî ye, lê eger bixwaze dikare bi afirandina derfetên kar ên alternatîf wê çareser bike.

Ji aliyê hiqûqî ve malbatên kolberên ku hatine qetilkirin dikarin dozê li kujeran vebikin?
Di salên borî de gelek malbatan bi sedema kuştinan hêzên leşkerî ewlehiyê gilî kirine. Lê piraniya van giliyan nehatine çareserkirin. Li gor agahiyên malbatan hin caran danişîn taloqê demeke nediyar hatine kirin hin caran jî giliyên malbatan nehatine guhdarkirin. Mînak 2 kolberên bêbar ên ku ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin binêrin rastiya daraza Îranê derdikeve holê. Ew leşkerên ku kolberên bêbar qetilkirinbûn yek ji wan dê milyonek tûmen ê din jî 6 mehan di girtîgehê de bimîne. Li gorî parêzeran cezayê ku ji kujeran re hatiye birîn jî bi teqsîtan tê dayîn û ne diyar e ka dê bi giştî bê dayîn an na.

Ji xeynî kolberan rêjeya darvekirina tevî ku em di sedsala 21’emîn de ne jî zêde ye. Di Îranê de kîjan sûc bi darvekirinê tê bi encamkirin?

Îran yek ji wan welatan e ku her sal xwediyê yek ji bilindtirîn amarên îdamkirina welatiyan bi sedemên cûr bi cûr e. 4 sûcên li Îranê dikarin bibin sedema cezayê îdamê ev in: Kuştina plankirî, sûcên zayendî (wek tecawiz û zîna), redkirina ol û baweriyê û tawanên ku bi “efsad fil erz” an jî “gendeliya li ser rûyê erdê” (ku çarçoveya wê pir fireh e û cihê şîroveyê tê de gelek e) û “dijminatiya xwedê kirin” (bi maneya serhildana çekdarî li dijî hikûmeta Îslamî) tên binavkirin ku sîstema îslamî wek metirsî li ser ewlehî û hebûna xwe dibîne. Cezayê kuştina plankirî yan bi qest di Îranê de, eger malbata kesê ku hatiye kuştin kujerî efû neke, qisas e ku di vê çarçoveyê da ew tê îdamkirin. Di sê mijarên din de biryarên îdamê ji aliyê dadgehê ve tên dayîn. Têkildarî sûcên zayendî, em dikarin behsa homoseksuelî bikin ku Komara Îslamî wek “levat” binav dike û ev jî dibe sedema îdamkirinê.
Li gor raporta salane ya TMMK’ê di sala 2021’ê de herî kêm 30 welatiyên kurd li Îranê hatine bidarvekirin.

Çima li hemberî aktivîstan bi taybet jî aktivîstên kurd bertek û kiryarên ew qas tund tên nîşandin?

Rojhilat yek ji wan deveran e ku bûyerên herî zêde yên binpêkirinên mafên mirovan tê de diqewimin. Nîvê girtiyên siyasî çalakvanên kurd in. Sedema bertekên tund ên hikûmetê li hember çalakvanên kurd di nêrîna ewlehiya rejîmê li ser deverê û her wiha dîroka tevgerên siyasî û çalakiyên sivîl û civakî li deverê de tê dîtin.
Ji ber tundiya dewletê çalakiyên kurdan li gor parçeyên din kêmtir in lê dîsa jî çalakvan çalakiyên jîngehparêzî, karkerî, jinan, çalakiyên partiyên siyasî yên cûr bi cûr didomînin. Di van şert û mercan de, hikûmeta ku hîn jî ji potansiyela vê herêmê ditirse, hewl daye ku her cure çalakiyan, heta çalakiyên sivîl û jîngehparêzî, kontrol bike. Di encamê de dem bi dem bi awayekî komî çalakvanan binçav dike û biçûktirîn xebatên rêxistinî û organîze bi cezayên giran re rû bi rû dihêle.

Di raporê de tê diyarkirin ku hejmara jinên hatine qetilkirin 32 kes in. Di rastiyê de ji aliyê binpêkirina mafan de rewşa jinan çi ye?

Rewşa jinên kurd bi tundî di bin tesîra atmosfera giştî ya civakê de ye. Jinên kurd hem ji ber neteweya xwe hem jî ji ber zayenda xwe ji mêran zêdetir di bin zextan de ne. Bi hatina şerîatê rewşa jinan xirabtir bû. Jin li her derê pirsgirêkên cidî dijîn.
Di salên destpêkê yên şoreşê de hin maf û derfetên jinan ên di qada giştî de ji holê hatin rakirin.
Mînak karkirina jinan di hin karên wekî dadgeriyê de hat astengkirin. Li gelek cihên cemaweriyê jî cudahiya zayendî hat ferzkirin. Her wiha mafê azadiya lixwekirina cilan ji jinan hat girtin.
Lê jin li Îranê komeke homojen nîn in û li gor çîn, ol, etnîk û erdnîgarî xwedî rewşên cuda ne. Her wiha ji aliyê siyasatê jî bandora li ser jinan cuda ye.
Herî kêm 32 jinên kurd di sala 2021’ê de hatine kuştin. Bêguman hejmara jinên hatine kuştin ji van kesan gelek zêdetir in. Sedemên kuştina wan jinan jî ji çavên çavdêran veşartî dimîne û wek xwekuştin an jî mirinên di qezayan de tên tomarkirin.

Fatêma Kerîmî kî ye?

Di sala 2005’an dema ku li Tahranê mastir dixwend dest bi lêkolînên li ser jinan kir. Başe civaknasiyê di asta doktorayê de li Dibistana Bilind a Zanistên Civakî li Parîsê qedand. Pirtûkên wê yên bi navên ‘Trajediya Bedenê, Tundiya li ser Jinan’ û ‘Çendjinî, Şêwaza Jiyanê û Encamên Wê’ hatine çapkirin. Pirtûka “Trajediya Bedenê” di sala 2010’an de ji aliyê Pirtûkxaneya Sediqeh Dowlatabadi ya Tehranê ve wek pirtûka salê ya di warê lêkolînên jinan de hat hilbijartin û xelata vê bingehê wergirt.