12 Eylül, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakvanên Ranyayê: Divê em hemû dakevin qadan

Çalakvanên navçeya Ranya êrîşên dewleta tirk weke rewşa herî metirsîdar a Herêma Kurdistanê binav dikin û dibêjin “Divê her kes li dijî van êrîşan dakeve qadan û xwedî helwesteke tund bin.”

Ajansa Rojnews’ê li Ranyayê der barê êrîşên dewleta tirk û bêdengiya hikûmeta herêma Federal a Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hin pirs ji welatiyên vî bajarî kirine. Welatiyan  behsa êrîşên dewleta tirk, ziyanên wê û bêdengiya aliyên siyasî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine.

Ji çalakvanên Ranyayê Xazî Rifet diyar kir ku rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê ya herî xirabe û da zanîn ku heta niha aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li hember dagirkeriya dewleta tirk bêdengin û tu helwestek wan nîne.

Xazî Rifet di dawiyê de bal kişand ser talankirin û wêrankirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Dewleta tirk li Herêma Kurdistanê dest bi kolandina bîrên petrolê kiriye, daran dibire û xwezaya Kurdistanê wêran dike. Ev yek der barê civaka Kurd de pirsan derdixe holê. Ger em niha vê nekin, gelo em ê kengî bikin? Lewra divê em hemû niha li qadan bin û helwestek cidî nîşan bidin. Divê em çend salên din bi xwîna zarokên xwe dagirkeran ji xaka xwe derxînin.”

Çalakvaneke din yê bi navê Sitar Resûl jî got ku beşek ji sedemên vê dagirkeriyê YNK û PDK’ê ne, beşê duyem jî partiyên din ku bê helwestin û li pey berjewendiyên xwe ne û wiha dewam kir; “Beşê sêyem jî netewe û gel e, desthilata Kurd ya Herêma Kurdistanê li şûna bihêzkirina statuya xwe ya dîplomatîk, hêza leşkerî, siyasî, yekitî û aboriyê û bingehekê xweş ji bo herêma xwe ava bike, ji destpêkê ve destê wan bi dijmin û dagirkeran re ye.”

Sitar Resûl got ku referandum, daxuyaniyên derew û gelek daxuyaniyên din yek encama wê hebû, ew jî dewleta tirk bi awayekî aşkere derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê kir û avakirina çend baregehên ku MÎT tê de kar dike. Her wiha got; “Gelek ecêbe ku beşek ji desthilatdarên Kurd bûne çav, dest û lingên dagirker û dijminên gel û welatê xwe. Her wiha partiyên muxalefetê sedemek din ya berdewamiya dagirkeriyê ne. Ji ber ku li şûna ku li dijî van dagirkeran helwestê nîşan bidin û gel birêve bibin, bûne dikanên siyasî û hewl didin bigihin armancên xwe ku ew jî bûne beşek ji desthilatdariyê.”

Çalakvan Sitar Resûl di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Heya niha nekariye gel birêve bibe, da ku gelekê hişyar û nerazî yekîtiyeke Kurdistanî bê çêkirin ku ji bo pêşî li dagirkeriyê bê girtin û wisa bike ku desthilat nekare alîkariya dagirkeran bike.”