30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Camposompîero: Hewcedarî bi Ocalan heye

Çalakgera Îtalyan Anna Bruna Camposampîero ku ji bo azadiya fizîkî name ji CPT re şand, anî ziman ku pêdiviya hemû kesan bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye.

Kurdan û dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li tevahiya cîhanê dabûn destpêkirin. Ev pêngav bi çalakiyên cur be cur didomin. Tevlêbûna siyasetmedar, rewşenbir, parazvanên mafên mirovan, akademisyen û pêşengên civakê li her derê cîhanê zêde dibe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin. Yek ji van kesên azadiya Rêber Ocalan dixwaze jî aktîvîst Anna Bruna Camposampiero ku di lingê kampanyayê ya Îtalyayê de cih digire ye. Bruna Camposampîero, der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.

‘Em ê mafên birêz Ocalan radest bikin’

Anna Bruna Camposampîero diyar kir ku tevli civînên kampanya ‘ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bûye û got: “Ji bo tecrîda li ser Ocalan bişkê ez di xebatan de bûm. Di vê rewşê de bi Kurdan re hevkarîkirin girîng bû. Nameya ji CPT’ê re hat şandin, min jî wek gelek şexsiyet, rêxistin û sendîkayan îmze da. Bêguman ev çalakî têr nakin. Em ê ji bo  ku rêzdarî li hember mafê  Ocalanbê nîşandan daxwaza xwe her tim bidomînin. Tirkiye hevkarê NATO’yê ye û ev di gelek polîtîkayên Tirkiyeyê de destnedanê bixwe re tîne. Civaka navnetweyî li dijî sûcên li hember gelê Kurd bêdeng e.”

 ‘Erdogan piştî 31’ê Adarê bi tundiyê tevgeriya’

Anna Bruna Camposampîero daxuyakirin ku cotstandardiya li qada navneteweyî pir aşkera ye û wiha pê de çû: “Ez behsa cotstandardiyê dikim. Erdogan vexwendiyê zîrveya G7 a Îtalyayê hat kirin. Lê piştî hilbijartinên 31’ê Adarê wek her tim bi tundî û bêcezahiştinê tevgeriya. Yekitiya Ewropayê ji Tirkiyeyê re pir pere vediqetîne. Welatiyên Îtalyan tenê bi nasnameya xwe tên gera Tirkiyeyê. Li hevserokê giştî yên berê yên HDP’ê cezayên bi xof hatine birîn. Yek ji pêkanînên din ên kêfî jî betalkirina encamên hilbijartinê ne.”

 ‘Civaka navneteweyî bêdeng e’

Anna Bruna Camposampîero di berdewamiya axaftina xwe got şert û mercên Abdullah Ocalan bişibin yên mînaka Mandela jî lê di heman astê de deng dernakeve û wiha got: “Dişibe çîroka Nelson Mandela lê mixabin bi heman awayî deng dernaxe. Ji bo Mandela bê berdan û rejîma apartheîd bidawî be li seranserê cîhanê kampanya hat meşandin. Ji wê kampanyayê heta niha cîhan pir guherî. Abdullah Ocalan bi zanebûn nakin mijara nûçeyan. Ji Abdullah Ocalan kirin hedef. Ji ber dengê wî ji derveyê sînorên Tirkiyeyê jî tê bihîstin. Hikûmeta Tirkiyeyê bi derewên xwe dijîn û civaka navneteweyî jî li dijî vê bêdeng e. Raporên dawî û serdana dawî ya CPT’yê nehat aşkerakirin. Divê ev dewlet li dijî hiqûqa xwe rêzdar be.”

 ‘Hewcedariya hemû herêmê bi azadiya Ocalan heye’

Annayê Bruna Camposampîero herî dawî anî ziman ku piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê û her wiha ji bo rakirina tecrîdê dê bidomîne û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan bi hikûmeta wê demê ya Dalema bawer dikir. Îtalyayê mafê starbûnê da Abdullah Ocalan. Li vir jî gelek deng bilind dibûn. Lê dîsa jî têr nake. Hewcedariya hemû herêmê bi berdana Birêz Ocalan û konferansa aştiyê heye.”

ÇAVKANÎ: JINNEWS / Melek Avci