3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cangoriyên qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn

Di 10 cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrîş li “Mîtînga Aştî û Demokrasiyê” ya li Qada Garê ya Enqereyê kiribû û di êrîşê de 104 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Bîranîna salvegera qetlîamê ya 7’emîn a ji aliyê Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmehê ve hat lidarxistin hevserokê giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, serokê giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, parlamenterên Partiya Karkeran (TÎP) Ahmet Şik, parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, endamên Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeya  Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK) û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn di bernameya bîranînê de amade bûn.

Polîsan êrîşê girseyê kir 

Beriya biranînê polîsan Qada Garê dorpêç kirin û tevlîbûna girseya ku dixwest bikeve qadê û rojnameger hatin astengkirin. Polîsan ji xeynî malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, destûr nedin ku kes bikeve qadê. Polîs li gel rojnamegeran tundî li girseya ku dixwest bikeve qadê kir û gelek kesên ku bertek nîşan dan jî binçav kirin.

Malbat bi pankartên cangorî li ser meşiyan 

Malbatên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane li pêşiya Gara Enqereyê pankarta wêneyên cangoriyên ku jiyana xwe ji dest dabûn li ser bûn hilgirtin û meşiyan. Malbat û birîndarên qetlîamê dirûşmeyên “10’ê cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Dê roj were, dewran vegere, ji kujeran hesab wê bê pirsîn”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Kujer DAIŞ hevkar AKP” berz kirin. Malbatan navê kesên jiyana xwe ji dest dane yek bi yek xwendin û girse bersiva “Li vir e” da û bîranîn di saet 10.04’an bi rêzgirtinê dest pê kir.

‘Heta kujer bên darizandin em ê li vir bin’

Di bîranîna 7’emîn a qetlîamê de seroka Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî axivî û got: “Em her sal ji bo dengê êşa me bê bihîstin bîranînê pêk tînin û heya kujer bên darizandin em ê vê yekê bidomînin. Em ê heya bîrdarî li vir bê çêkirin her 10’ê mehê li vir kom bibin. Polîsan gelek kes di bîranînê de binçav kirin. Em naxwazin bi tenê serê xwe şîna xwe bigirin.”

Wê têkoşîna xwe bidomînin

Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl polîtîkayên desthilatê yên di navbera 7’ê hezîran û 1’ê mijdarê bi bîr xist û got: “Berpirsên vê qetlîamê ne tene kesên hatine girtin, kesên naaxivin û kesên firarî ne, heya siyasetmedarên berpirsyar tên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Em ê ji kujerann hesabê bipirsin’

Dayika Korkmaz Tedîk ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû Zohre Tedîk destnîşan kir ku pergala ku bi ketina qadê ya malbatan ditirse dê hilweşe û got: “Yên ku nahêlin em bikevin vê qadê yên ku bombe teqandine ne. Ez dibêjim ez dayikim ew dibêjin ‘Ez ê te bigerim’. Ji 104 canên min re soz, heya ku em ji kujeran hesabê bipirsin ev qad wê tije bibin. Hûn biçin ku derê dê destên min bi qirika we ve be.”

Bîranîn pişti axaftinanan bi danîna qurnefîlan a li pêşiya bîrdariya temsîlî bi dawî bû.