3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemeniya kurdî

Nivîskarê Malpera Welat Aslan Aslan, di quncikê xwe yê vê hefteyê de cih da zextên Tirkiye yên li dijî çapemeniya kurd a ewropayê. Aslan da zanîn ku hikûmet bi van polîtîkayan bi ser nakeve

Nivîskarê Malpera Welat, Aslan Aslan di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser zextên Tirkiyeyê yên li dijî çapemeniya kurd. Aslan anî ziman ku dewlet rojnamegerên ku li Tirkiyeyê rastiyan tîne ziman digire û yên li derveyî welat jî rastiyan tîne ziman, asteng dike. Aslan destnîşan kir ku rastî tu carî nayê veşartin.

Rojnameger Aslan, di Malpera Welat de bal kişand ser dîroka çapemeniya kurdî û wiha got: “Çapemeniya kurdî 22’ê Nîsana 1898’an bi rojnameya Kurdistanê derket ser dika dîrokê. Lê ne li ser ax û welatê xwe, li Kahîreyê dest bi weşana xwe kir. Wekî niha şert û mercên wê demê ne guncav bûn û ji neçarî li derveyî welat weşana xwe domand. Rojname û kovarên di pey re jî bi heman rengî li derveyî welat weşana xwe kirin. Dewleta tirk ji bo bêdengkirina çapemeniya kurd serî li her rê û rêbazê da. Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi dehan hevalên me yên rojnamevan, xebatkarên çapemeniya azad û belavkarên rojnameyan qetil kirin. Îşkence, revandin û girtina rojnamevanan jî parçeyek ji vê konsepta bêdengkirina çapemeniya kurdî bû. Lê tevî ewqas zilm û zordariyê jî nekarîn çapemeniya kurdî bêdeng bikin.”

Aslan, li ser zextên pêvajoya salên 1990’î jî rawestiya û wiha got: “Di sala 1994’an de jî çapemeniya kurdî vê carê bi televizyoneke kurdî derket ser dika dîrokê. Êdî ronesansekê ji bo çapemeniya kurdî dest pê dikir. Televizyona pêşî ya kurdan MED TV bû dengê Kurdistanê. Çawa ku rojnameya pêşî ya kurdan li derveyî welat xebata xwe meşand, televizyona pêşî ya kurdan jî li derveyî welat dest bi weşana xwe kir. Lê di heman demê de li Kurdistanê jî rojname, kovar û ajansên kurdî xebatên xwe zêde kirin. Êrişên li ser çapemeniya kurdî jî bêguman nesekinîn. Dewleta tirk heta ku jê hat rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê avêtin girtîgehan. Dehê caran rojname, kovar û ajansên wan girtin. Van pêkanînên xwe li derveyî welat jî xistin meriyetê. Bi hevkariya NATO’yê li dijî rojname û televizyonên kurdî yên li derveyî welat jî heman polîtîka meşand. Rojname û televizyonên kurdan li derveyî welat jî dan girtin.”

Aslan, bal kişand ser biryar û sekna çapemeniya kurdî û wiha lê zêde kir: “Lê dîsa jî çapemeniya kurdî dev ji kevneşopiya ragihandina rastiyan berneda. Di sedsala 21’ê de jî ev siyaset dewam dike. Îro li ser medya dîjîtal platform ava bûne. Bi sedan ajans, rojname, televizyon û kovarên kurdî hene. Lê dewleta tirk wekî salên destpêkê hê jî bela xwe li çapemeniya kurdên azad dide. Qaşo ji aliyekî ve dibêje li welatê me zimanê kurdî û weşana wê serbest e, lê ev ne rast e. Zimanê kurdî jî divê li gorî wan be. Yanî eger bi wî zimanî heqaretê li kurdan bikin serbest e. Eger bi wî zimanî rastiyan nebêjin serbest e. Îro li cihanê malperên wekî twîtter, facebook, Tîk Tok, Instagram û hwd. hene. Milyonan kes van platforman bi kar tînin. Çiqas tiştekî xerab û kirêt hebe hun dikarin li ser van platforman bixebitînin. Lê dema mesele dibe kurd, kurdî û Kurdistan li wê derê jî qedexe heye. Di heman demê de destûr nadin ku hun wêne û dîmenên Rêber Apo li wan malperan bar bikin. Di cih de qedexe û astengiyan derdixin. Ji bo her tiştî serbest in, lê ji kurdên azad re qedexe ye. Ew jî li ser daxwaza dewleta tirk pêk tê.”

Rojnameger Aslan, anî ziman ku Tirkiye dixwaze bi her awayî rojnamegeran asteng bike û bigire û wiha lê zêde kir: “Dewleta tirk li ser axa xwe û bakurê Kurdistanê çiqasî karibe rojnamevanan digre û tavêje girtîgehan. Bi vî rengî dibêje belkî ezê dengê wan bibirim. Yên ku destê wan nagihêje jî bi riyên cûda tevdigere. Herî dawî hesabê min ê twîtterê û çend hevalên me yên rojnamevan li Tirkiyê qedexe kirin. Mesele ew e ku rastî neyên ragihandin. Yên vê qedexeyê dikin jî li gorî daxwaza dewleta tirk tevdigerin. Medya dîjîtal ji milyonan re serbest e, lê ji xebatkarên çapemeniya azad re qedexe ye.”

Aslan, herî dawî bal kişand ser astengiyên Tirkiye yên li dijî çapemeniya kurd a li Ewropa û wiha bi dawî kir: “Bi dehan caran hesabên me yên twîtter, facebook û intsagramê digrin û hewl didin pêşî li ragihandina rastiyan bigrin. Lê yên vê yekê dikin û hevkariyê bi dewleta tirk re dikin divê zanibin ku rastî tu carî di tariyê de namîne. Dewleta tirk ji rastiyan û ragihandina wan ditirse. Em dizanin ku li ser riyeke rast in û bi qedexeyan wê nikaribin pêşî li ragihandina rastiyan bigrin. Ew çiqasî deriyan li me bigrin jî em ê di deriyekî din re têkevin wan qadan. Pênûsa Apê Mûsa di destê me de ye û em bi wê pênûsê rastiyan dinivîsin.”

Çavkanî: https://rojnameyawelat4.com/capemeniya-kurdi/