3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çavê milyonan li Abdullah Ocalan e

Hevberdevkê Karên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin.

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 21 meh in bê navber berdewam dike. Çalakiyên kurdan ên ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Ocalan jî didomin. Lê tevî vê yekê jî desthilata AKP-MHP’ê di polîtîkaya xwe ya tecrîdê de israr dikin û daxwazên kurdan ên ji bo vê der barê de bi awayekî bêhiqûqî nabersivînin. Ji ber vê rewşê herî dawî parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê li ber derê Wezareta Edaletê dan destpêkirin. Parlamenterên HDP’ê di vê çalakiya xwe de daxwaz dikin ku bi Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag re hevdîtin bikin û tecrîda li Îmraliyê bişikînin.

Parlamenter û Hevberdevkê Karên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy ku tev li vê çalakiyê dibe, der barê tecrîdê de ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ozgur Paksoy re aixvî û bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan da.

Hişyar Ozsoy, da zanîn ku gelek caran bi CPT’yê re hevdîtinên rûbirû kirine û ji wan daxwaz kirine ku bi nivîskî agahiyan bidin. Ozsoy, bi domdarî wiha got: “Li holê du agahî hene. Di halê hazir de dema CPT tê Tirkiyeyê diçe serdana Navendên Paşvevegerandinê. Di dema serdanê de dibêjin hazir em hatine dê biçin serdana Îmraliyê jî. Çûne serdanê. Diyar kir ku bi her 4 girtiyên li Îmraliyê re hevdîtinên rûbirû kirine. Lê çavkaniyên cuda yên me agahî jê girtine dibêjin ku ev hevdîtin nehatiye kirin. Birêz Ocalan hevdîtin red kiriye. Ji bo ku rewşê zelaltir bikin me gelek caran bi CPT’yê re hevdîtin kirin û rewş jê pirs kir. Ji bo ku CPT bikare raporan amade bike divê bi girtiyan re hevdîtinê bike. Heta ku hevdîtin çênebe jî nikare raporan amade bike. CPT’yê ji bo pirsên me got; ‘Me raporên xwe nivîsand û pêşkeş kir. Ev rapor tevek jî piştî hevdîtinên rû bi rû tên amadekirin.’”

‘Deriyeke ku me serî lê nedaye nemaye’

Bi domdarî Ozsoy anî ziman ku ji bo rastiya serdanê hîn bibin li Tirkiyeyê serî li her derî dane û wiha pê de çû: “Malbat û parêzer serlêdanan dikin. Parlamenter daxwaza edaletê dikin. Ji Ewropayê heta gelek deverên cuda yên cîhanê bi hezaran parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Konseya Ewropayê (KE) dikeve navberê û daxwazê dike. CPT tê û raporan amade dike lê li pêşberî me îktîdarek heye ku dibêje ‘Nuh’ lê nabêje ‘pêxember e.’”

‘Bi milyonan kes meraqa Ocalan dikin’

Di berdewamê de Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku divê rewşa tecrîda li Îmraliyê tenê ji hêla hiqûqî û teknîkî ve neyê destgirtin û ev nixandin kir: “Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin û dixwazin ji rewşa wî agahdar bin. Em qala şexsiyetekî siyasî dikin ku bi milyonan kes dibêjin ‘îradeya min e.’ Lewma bêdengiya saziyên cîhanê û Ewropayê rewşekî gelek kirêt e. Ya ji wê balkêştir jî ew e ku Meclisa Parlamenteran a KE’yê têkildarî rewşa li Îmraliyê biryar da. Di raporên şopandinê de biisrar got ku divê bi biryarên CPT’yê bê kirin. Tiştên ku Tirkiye dike ne li gorî qanûnên wê ne jî li gorî hiqûqa navneteweyî ne. Em di pêvajoyeke wisa awarte de ne ku polîsek, waliyek bi ser Makeqanûnê re tê dîtin. Lê ji bo ku tecrîd bi dawî bibe em ê biisrar li gel daxwaza rakirina tecrîdê bin.”

‘Dewlet derewam dike’

Ozsoy, bi lêv kir ku heta pergala bêhiqûqiyê bidome dê deriyên Îmraliyê jî bi hincetên cuda her tim girtî bimînin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke helwesta dewletê ya di meseleya kurd de neguhere, divê di vê mijarê de mirov li benda helwestekî cuda bimîne. Ev mijar di nava hev de pêş dikevin. Aqilê ku polîtîkaya tecrîdê dimeşîne, heman mantiq e ku pirsgirêka kurd bi şer difetisîne û hemû hewldanên aştiyê vala derdixîne. Cezayên disiplînê yên tên dayîn tenê hincetên domandina tecrîdê ne. Heta demekî hincetên ‘keştî xerabe ye’ û ‘rewşa hewa’ dihatin nîşandan. Lê êdî nekarîn van hincetan nîşan bidin. Li pêşberî me dewlet û rayedarên dewletê hene ku li nava çavê gel dinihêrin û bi eşkereyî derewan dikin. Niha jî dibêjin ‘sûcê disiplînê.’ Lê sedema wan cezayan ji parêzer û malbatan re nabêjin.  Li holê rewşeke keyfî heye. Ev mijar, sepaneke derhiqûqî ya hikûmetê ye ku bi çavsorî dijayetiya kurdan dike û heta qirikê di nava faşîzm û nîjadperestiyê de ye.”