17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cejna qurbanê bi serdana goristanan dest pê kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên serê sibehê de piştî ku nimêja cejnê kir, berê xwe da goristanên şehîdan.

Girseyên gel berê xwe dan goristanên “Şehîd Xebat Dêrik li Dêrikê, Şehîd Dilşêr li Dugirê, Şehîd Delîl Saroxan li Qamişlo, Şehîd Îsmaîl li Amûdê, Şehîd Dijwar li Hesekê, Şehîd Rustem Cûdî li Dirbêsiyê, Şehîd Dicle li Kobanê û goristanên şehîdan li Til Temir, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Tebqa û Şehbayê” yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Li goristanan, şêniyên herêmê û malbatên şehîdan gul danîn ser gorên zarokên xwe, cejn li hev pîroz kirin, şerkir û şêranî belav kirin, bixûr pê xistin û ayatên Quranê xwendin.

Bi destpêkirina Şoerşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re çanda serdana goristanên şehîdan di sibehên cejnê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ket.