4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazayên 12 welatiyên şewitîn defin kirin

Li Çinarê cenazeyên 3 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan û li Şemrexê jî cenazeyê 9 welatiyan bi girseyî defin kirin.

Di şeva 20-21’ê Hezîranê de li 17 gundên Şemrex û Çinarê şewat derket û 12 welatiyan di şewata zeviyan de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê 12 welatiyan şevê din defin kirin. Bi sedan kesan şevê din cenazeye Abdûrrahman Bûgdayci (16) û Ûbeydûllah Bûgdayci (30) ên li gundê Tobînî yê Çinarê şewitîn, defin kirin.  Li gundê Helberê jî cenazeyê Îsmîl Yardim defin kirin. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî tevlî merasîma definkirina cenaze bûn.

Li Şemrexê cenazeyê 9 kesan defin kirin 

Li gundê Kelekê ya  Şemrexa Mêrdînê cenazeyên Rezan Yilmaz, Azat Yilmaz, Mazher Demîr, Nûrî Demîr, Taliha Demîr, Hasan Demîr, Şeyhmûs Demîr, Resûl Yilmaz, Sînan Devîren defin kirin. Hevşaredarên navçeyên Mêrdîn û Amedê, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tevlî merasîma cenazeyan bûn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê