3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Cîn ê HPG’yî spartin axê

Cenazeyê Basrî Cîn ê HGP’yî ku li bejahiya Elkê di bombardûmanê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Silopiyayê spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Basrî Cin (Brûsk Kato) piştî hefteyekî radestî malbatê hate kirin. Malbata Cîn a li bendê bû ku duh seat di 16:00’an de cenazeyî teslîm bigire lê cenaze bêyî hincet saet di 23:00’an de radestî malbatê kirin. Malbata ku cenaze stand ji bo ku veşêrin birin navçeya Silopiya ya Şirnexê. Li vir jî piştî wecibeyên olî pêk anîn, cenaze bi tevlibûna gelek kesan li Goristana Taxa Ofîsê ya navçeya Silopiyayê hate veşartin.

Cenazeyê Serhat Temel (Rûstem Çekdar Kato) duh li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê û Yilmaz Sala (Kamûran Gever) jî li gundê Hêrmiyê yê navçeya Gever a Colemêrgê hatibûn veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê yê bi nasnavê Dilsoz Rojhilat ku di heman şerî de şehîd bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê ragirtin.