4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê girtiyê nexweş Esen spartin axê

Malbatê cenazeyê girtiyê nexweş Şefîk Esen ê jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe Beşpinara navçeya Çinarê spartix axê.

Malbatê cenazeyê Şefîk Esen (36) ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dihate ragirtin û 40 roj in li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê dihate dermankirin anî Balafirgeha Amedê. Federasyona Komeleyên Piştevanî Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Bajêr û navçeya Çinarê, Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzû cenaze pêşwazîkirin. Pişt re cenazeyê Esen ê birin gundê Beşpinar piştî wecîbeyên olî li vir hate veşartin.

Esen, di 12’ê sibatê de bi hinceta parvekirinên wî yên li ser medyaya dîjîtal li navçeya Alaşehîr a Manîsayê hate binçavkirin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Esen ê birin Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê nêzî 40 roj berê ji ber nexweşiyên xwe sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê hate kirin. Esen ê gelek nexweşiyên wî yên kronik hene li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê ya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Esen ê ji ber nexweşiya anemiya Akdenîzê pê re hebû diviya 3-4 mehan carekê xwîna wî hatibû guhertin. Hate zanîn ku dema Esen dihate dermankirin ji bo taloqkirina înfazê û berdana bi şertê kontrola edlî serlêdan kiriye lê nehatiye qebûlkirin. Malbata Esen diyar kir ku ji mirina kurê wan Girtîgeha Bolvadîn a Afyonê berpirsyar e û da zanîn ku dê giliyê girtîgehê bikin.