7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin

Rojnameger Necmettîn Salaz ku li nexweşxaneyeke Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi tevlibûna sedan kesan hate definkirin.

Rojnameger Necmettîn Salaz ku li nexweşxaneyeke Herêma Federe ya Kurdistanê dihat tedawîkirin û di 14’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê hate definkirin. Cenazeyê Salaz di saetên serê sibehê de gihişt Wanê. Ji ewil birin morga Goristana Akkopruyê û piştre jî birin Mizgefta Boyalarê. Cenaze ji hêla Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan, endam, rêveber û nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEHEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TUHAY-DER, MEBYA-DER, KESK û rêxistinên civaka sivîl ve hate pêşwazîkirin.

Derbasbûna goristanê hate astengkirtin

Piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Boyalarê, cenazeyê Salaz birin Goristana Akkopruyê ya li navçeya Tûşbayê. Derdora goristanê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û ji bilî endamên malbatê nehiştin tu kes tev li merasîma definkirinê bibe. Piştî bertekên gel, polîsan gotin ku ferman girtine û dê destûrê nedin tu kes tev li bibe.

Hate oxirkirin

Girse li derveyî goristanê hate sekinandin û 30 endamên malbata Salaz cenaze defin kirin. Piştre jî girse derbasî Mala Şînê ya Mizgefta Haretiyeyê ya Berê bûn.

Serdana şînê didome

Li gorî agahiyên malbata Salaz dê şîna rojnameger Necmettîn Salaz du rojan berdewam bike.