12 Eylül, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê rojnamevan Mîrza Birahîm bi girseyî spartin axê

Cenazeyê rojnamevan Mirad Mîrza Birahîm ku di êrişa hewayî ya dewleta tirk de hate kuştin, li Şengalê bi girseyî spartin axê.

Nûneren Rêveberiya Xweser û Heval, hempîşe, malbatê, cenazeyê nûçegihanê Çira FM’ê rojnamevan Mirad Mîrza Birahîm ku di êrişa hewayî ya dewleta tirk de hate qetilkirin, li Goristana Qîraniyan ya Sikêniyê ya Şengalê bi girseyî spartin axê.

Nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza ku 8’ê tîrmehê dema ji Til-Qesebê vedigeriya Şengalê, li gel du hevalên xwe yên ragihandinê bûbû hedefa balafira dewleta tirk a dagirker û li gel du hevalên xwe yên kar û 3 welatiyan bi giranî birîndar bûbû.

Ji ber birîna wî giranbû heman rojê rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê û li wir dihate dermankirin. Birahîm ê tevî hemû mudaxileyan nehate rizgarkirin, duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Birahîm serê vê sibehê piştî karûbarên otopsiyê derbasî Şengalê hate kirin. Cenazeyê Birahîn li ser daxwaza malbatê li goristana Girê Gewr ku ayîdê Qîraniyane li Sikêniyê ye ji aliyê hevalên wî yên kar, hempîşe, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û xizmên wî ve bi awayekî girseyî hate veşartin.

Di dema merasîma spartina axê de hêrs û xemgînî serwer bû. Hevalên wî yên kar, kamera danîn ser gora wî û peyamên bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê hatin dayîn.