5 Temmuz, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Yildirim ê leşkeran ew kuşt li ATK’ê ye

Cenazeyê Mehmet Yildirim ê leşkeran li gundê Nenyas ê navçeya Licê qetil kir, li ATK ya Amedê tê sekinandin.

Leşkeran şevê din saet di 10’an de gundê Nenyasê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê dorpêç kirin. Leşkeran bi helîkopter û çekên giran gund gulebaran kirin. Leşkeran mala ku zarok û jin têde hebûn gulebaran kir û Mehmet Yildirim qetil kirin. Li gund piştî 4 saet û nîvan saet di 02.20’an de bi dawî bû û leşker ji gund derketin. Leşkeran di êrîşa ser malê de bavê 4 zarokan Mehmet Yildirim qetil kirin. Leşker û polîsan cenazeyê Yildirim anîn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê. Malbatê piştî parvekirina Wezîrê Karê Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hîn bû ku Mehmet Yildirim hatiye kuştin.

Malbatê ji bo cenazeyê xwe bigire hate ber deriyê ATK’ê. Nûnerên MEBYA-DER), xizmên girtiyan, DEM Partiyê û DBP’ê û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî piştevaniya malbatê kirin. Rayedaran ji malbata ku ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da re gotin ku li benda dozger sekinî ne. Hate ragihandin ku dê cenazeyi saet dora 20.00’an bidin malbatê.