1 Temmuz, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyên 4 HPG’iyan 3 rojin nadin malbatan

Cenazeyên 4 HPG’iyên ku di şerê li çoltarê Elkê de bi çekên biagir û kîmyewî şewitîn, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. 3 rojin cenazeyan nadin malbatan.

Artêşa dewleta tirk li bejahiya gundê Melese, Hemka û Çiyayê Bermalê yên navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku di şerê li herêmê de 4 endamên HPG’ê bi çekên bi agir û kimyewî hatine qetilkirin û şewitîne. Cenazeyên HPG’iyan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Ev sê roj in li wir tên sekinandin. Malbatên ji bo teşhîskirina cenazeyan çûne morgê, diyar kirin ku cenaze şewitîne û nayên naskirin.

Di heman demê de malbatan gotin ku sarincên morgê nayên bikaranîn lewma bêhn ketiye cenazeyan. Malbatên ku ji bo cenazeyan ji navçeya Gever a Colemergê, Elkê û ji Rojhilatê Kurdistanê hatin Şirnexê, dê ji bo teşhîskirinê xwînê bidin.