3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyên gelek leşkeran anîne Çelê

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê daye cenazeyên gelek leşkerên ku di şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê de hatine kuştin anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê.

Artêşa tirk operasyona xwe ya bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin di roja 229’an de bi şer û pevçûnên dijwar dewam dike. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyaye daye, cenazeyên gelek leşkerên li herêmên navborî hatine kuştin anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Çelê ya Colemêrgê ku li ser xeta sînorê başûrê Kurdistanê ye.

Li gorî agahiyên di nûçeyê de herî kêm hefteyê 4 rojan di derengiya şevê de cenazeyên leşkeran tînin nexweşxaneyê û navê yek ji wan jî di çapemeniyê de cih negire. 8 leşkerên ku di şer de birîndar bûne rakirine nexweşxaneyên seyar ên li herêmên Serê Sêvê û Bilêcanê û nehatine xelaskirin û jiyana xwe ji dest dane. Di nûçeyê de hatiye ragihandin ku bi giştî 21 leşker anîne nexweşxaneyê û temênê wan di navbera 23 û 27 salî de ne û piraniya cenazeyan jî parçe parçe bûne.