19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cerdevan: Heftenîn ji bo leşkeran bû dojeh

Şerê ku dewleta tirk û PDK li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn di 14’ê nîsanê de daye destpêkirin didome. Şer ji Zap, Metîna û Avaşînê heta Heftenîn Cûdî, Gabar û Bestayê belav bûye.  Artêşa tirk a nikare li Zapê pêş bikeve, li Heftenînê ket nava şer û gelek leşker hatin kuştin. Di şerê 19’ê gulanê de leşkerek û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dan. 3 cerdevan jî birîndar bûn. Piştî leşker û cerdevan hatin kuştin, bi rojane leşker û cerdevan sewqî herêmê tên kirin. Li herêmê liv û tevgera hewayî didome.

‘Heftenîn ji bo leşkeran bûye dojeh’

Cerdevanekî ji Qilebanê ku tev li şer bû û nexwest navê xwe bide, tiştên li Heftenînê qewimîn vegotin. Cerdevan, diyar kir ku bi salane êrişan dibin ser Heftenînê. Lê tu encam nayên bidestxistin û wiha got: “Her tim cerdevanên li herêmê dişînin Heftenînê. Çi karê me li Heftenînê heye? Çeka cerdevanên ku naxwazin biçin Heftenînê tê girtin û ji peywîrê tên avêtin. Dewlet 40 sal in li Heftenînê di heman noxteyê de disekine. Leşkeran gelek girên ku lê dima berdan û çûn. PKK li her derê Heftenînê heye. Heftenîn ji bo eskeran bûye dojeheke ku nikarin jê derkevin.  Leşker nikarin tiştekî bikin. Ji xwe baweriya xwe bi cerdevanan jî nayînin. Li ku rewşeke xeter hebe me dişînin wir. Ji me pirs nakin ka dê biçin cihê êriş lê tên kirin an na.”

Cerdevan anî ziman ku dema Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû serdana xeta sînor kiribû pirsa “Çima cerdevan nayên kuştin?” kiriye û wiha got: “Kuştina cerdevanan ji bo wan nabe windahî. Ew dixwazin cerdevan bên kuştin, ji ber ku kuştina cerdevanan ji ya leşkeran zêdetir bandorê dike. Ji ber vê yekê me bi zanebûn dişînin cihên bixeter. Me dişînin tunelan, erdên bimayîn. Karê cerdevanan tenê nobet girtine lê ji bilî peywîra me kar bi me didin kirin.”