3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cerdevan li Şirnexê daran dibirin

Li çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê yên bi ser Şirnexê ve birîna daran û talankirina xwezayê ya ji aliyê cerdevanan ve hatiye destpêkirin didome.

Cerdevan li herêma Komate ya li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê daran dibirin. Vê carê jî birîna daran li navçeya Elkê ya Şirnexê ku di demên dawî de her tim weke “herêma ewlekariya taybet” tê ragihandin destpê kir. Li herêma Komate ya navçeya Elkê ji aliyê cerdevanan ve birîna daran destpê kir. Darên ku tên birîn bi traktoran li qada nêzikî kuleya leşkeriyê û cerdevanan tên komkirin û paşê li kamyonan bar dikin û dibin bajarên cuda. Hat zanîn ku li herêmê 3 meh in birîna daran destpê kiriye.

Fermandariya Qereqolê ji gelê herêmê re gotibû, “Daran bibirin û pere jî bila ji we re be” lê belê gundiyan qebûl nekiriye. Bi fermana qereqolê dar ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Hat ragihandin ku li herêma dar lê tên birîn, operasyona leşkerî jî didome.