2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cerdevan û leşker xwezayê talan dikin

Birîna daran a li navçeya Elkê bi tevlibûna sedan cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de bênavber didome.  

Talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bi destê karmendên dewletê didome. Li aliyekî Birîna daran û talankirina xwezayê ya bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de li çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê yên Şirnexê roj bi roj zêdetir dibe. Li aliyekî zevî tên şewitandin. Niha jî li Elkê leşker û cerdevan daran dibirin. Bi sedan cerdevan tev li talan birîna daran bûne. Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî ev sê meh in li herêma Komatê bi destê cerdevanan dar tên birîn. Birîna daran a li herêma Elkê piştî operasyona leşkerî dest pê kir. Di nava sê mehan de bi hezaran dar hatin birîn. Çavkaniyên herêmê dan zanîn ku birîna dadran heta gundê Çemanê berfireh bûye û her ku diçe qadên cuda lê tên zêdekirin.  Darên ku tên birîn bi traktoran li qada nêzikî kuleya leşkeriyê û cerdevanan tên komkirin û paşê li kamyonan tên barkirin û dişînin bajarên cuda.

Hat zanîn ku li deverên Cûdî, Gabar û Bestayê piştî qirkirina daran operasyonên leşkerî hatine destpêkirin.