6 Eylül, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çete li Efrînê mal û milkên şêniyan didizin

Endamên komên çekdar ên paramîlîter ku girêdayî dewleta tirk in li Efrînê mal û milkên şêniyên Efrînê didizin.

Li gorî nûçeya malpera ANHA’yê ku xwe dispêre çavkaniyên xwecih, ragihandin ku komeke çeteyan tevliheviya li Efrînê di vê dawiyê de zêde bûye, bi kar anîn û bi ser dikanên şêniyan de yên li hember avahiya Saray a li navenda bajêr girtin û kelûpelên tê de dizîn.

Çavkaniyan da zanîn ku koçberekî ji Xûtayê bi ser mala şêniyê bi navê Mihemed Elî ya li taxa Eşrefiye ya Efrînê dimîne yê de girt, tiştên di mal de û pereyên lê dizîn. Çavkaniyan bi bîr xist ku Elî ji gundê Elî Caro ye û dema ne li mal bû, dizî pêk hatiye.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku koçberê ji Xûtayê piştî diziyê li gel malbata xwe ji Efrînê derketiye û çûye bajarê Babê.