7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteya talankirinê li Nisêbînê bûye emniyet

Heyama ku zilm li Nisêbînê dibarandin û qedexeya derketina derve ya Nisêbînê hatibû îlankirin rûreşiyeke dewletê derket holê. Midûr Emniyetê û amirê TEM’ê jî di nav de, komekê tiştên di mal û kargehan de talan kirine û ev tiştên dizîne firotine.

Di 14’ê adara 2016’an de li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û ev qedexe bi mehan domiya. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal talan û talankerên ku di dadgehê de tên darizandin ji bo raya giştî ragihand.

Di dema qedexeya derketina kolanan de polîsan “Şebekeya talankirinê” ava kir. Ev şebekeye kete malên gelê ku ji neçarî koçkirî, alav û amûrên wan talan kirin û dîmenên vê talanê bi salan piştre derketin holê. Li ser giliyê xelkê navçeyê jî Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê di sala 2018’an de lêpirsîn da destpêkirin. Piştî lêpirsînê derket holê ku ev şebekeya behsa xeberê ji hêla Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Kadîr Şen û Amirê Şaxa TEM’ê Unal Ûyar ve hatiye avakirin.

Midûrê emniyetê, cîgir, amirê TEM’ê

Têkildarî bûyerê îdianame hate amadekirin û ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê yê wê demê Kadîr Şen, Cîgirê Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Ahmet Tûgcû, Amirê Şaxa TEM’a Nisêbînê Unal Ûyar, polîsên bi navên Mahmût Oztekîn, Muslum Bozkurt, mitehitê bi navê Mahmût Çomoglû ku di piştî qedexeya derketina derve karê hilweşandinê dabûn wî, xebatkarê fîrmayê Arîf Kara û Firat Abdulkerîm Sezîşlî ku tê payîn sîxûrê polîsan e, weke bersûc cih girtin. Tawanên weke “Dayîn û wergirtina bertîlê”, “bi darê zorê xirabî pê daye kirin” û “Gefxwarin, bi îxmalkirina peywira xwe ya venihêrînê re bûye sedema zîmet û zorê” lê hatin kirin. Heta niha 12 rûniştinên dozê hatin lidarxistin. Dozger xwest ku hemû bersûc bên cezakirin.

Bertîl û gefxwarin

Her wiha di îdianameyê de îfadeyên bersûc û şahidan jî cih girt. Bersûcan tawanbariyên lê tên kirin qebûl nekirin lê belê îfadeyên mexdûr û polîsan ku di dosyayê de weke şahid lê hatiye guhdarîkirin ev şebekeya behsa xeberê û karên kirine raxist ber çavan. Hat destnîşankirin ku di dema qedexeyan de malên ketinê hatine şêlandin, di malên ziyan negihiştibûyê teqemenî hatine bicihkirin û teqandin, ji welatiyên ku dixwestin alav û amûrên xwe bibin bertîl hatiye girtin. Di dosyayê de her wiha hat gotin ku bersûcan gef li gelek kesên nedixwestin pereyan bidin û şahidî kirin, xwarine.

Li dibistanê hatin veşartin

Midûrê dibistana ku alav lê hatibûn veşartin ê bi navê A.T. di îfadeya xwe de wiha got: “Dema ez ketim dibistanê min dît ku gelek alavên malê di odeya min de hene. Li ser vê yekê li kesê bi navê Mahmût Oztekîn geriyam. Min jê pirs kir bê ka çi bi van tiştan bikim. Wî jî ji min re got ku dê bên bigirin. Lê tiştên behsa xeberê negirtin û ez dîsa lê geriyam. Ji min re got ku tiştên behsa xeberê li ser min hatine zîmmetkirin û dê werin wan tiştan bibin. Piştre di 30/09/2016’an de polîsek hate cem min û got ku ji bo wergirtina tiştan hatiye. Min jî jê re got ku heke tu nivîseke fermî û mifteya dibistanê bînî dê bidim te. Dema min nivîsa fermî xwest, bi gotina ‘dê der heqê tê de lêpirsînê bidim destpêkirin’ gef li min xwarin. Piştre 3 polîs bi wesayîta zirxî hatin dibistanê û xwestin min bi darê zorê bibin. Lê ez li Midûrên Perwerdehiya Neteweyî yên navçe û bajar geriyam û min xwe xilas kir. Piştî bûyerê tevî Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê çûm cem Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Kadîr Şen. Şen jî gefa ‘tu ji çi tiştê xwe bawerî ku nivîsa fermî dixwazî?’ Bi talankirina wan tiştan re rewşa heyî jî hate veşartin. Piştre polîsek hate dibistanê, ew tişt li kamyonekê bar kirin û birin.”

Banknotên 200 tl hatin parvekirin

Polîsê bi navê O.D. ku di dosyayê de weke şahid lê hate guhdarîkirin û ji ber dosyayeke din a “talankirin, gefxwarin û îşkenceyê” ceza lê hatibû birîn jî di îfadeya xwe de wiha got: “Ji bo ku ewraqan bi Amirê Emniyetê Unal Ûyar bidim îmzekirin çûm lokala amiran. Dema ketim odeyê min dît ku Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Kadîr Şen, Cîgirê Midûrê Emniyetê Unal Ûyar û Amirê Koma KOM’ê Serhan Amir di navbera xwe de pereyan parve dikin. Pere ji pereyên bi banknota 200 TL bûn. Li ser vê yekê kesên di hundir de şaş bûn.”

Ji bo talanê destê xwe şikestand

Polîsê bi navê G.A. ku weke şahid lê hate guhdarîkirin jî di îfadeya xwe de ev agahî dan: “Polîsê bi navê Mahmût Oztekîn ji kesên malên wan li taxên qedexekirî bertîl distand û wisa destûr dida ku tiştên xwe derxîne. Ferman dida komên polîsan û jê re digot; ‘dê di filan noqteyê de wesayît derbas bibe, destûr bidin ku biçin mala xwe.’ Lê tu agahiya ekîbê ji tiştekî nebû. Mahmût Oztekîn molozên ji navçeyê derdiketin jî bi pereyan difirot. Li cem min lîste amade dikir û digot; ‘di vê lîsteyê de 300 kamyon ji filan kesî, 500 kamyon ji filan kesî ne.’ Ev lîste jî di destê Muslum de bû. Polîsê bi navê Muslum jî di Amirtiya Koma Hêzên Çevîkê de weke operatorê kemçeyê dixebitî. Min bihîst ku kemçeyên ji bo rûxandinê ji emniyetê re dihatin, dida kirê. Her wiha min bihîst ku ji malên li deverên operasyonê amûrên elektronîk derdixist û difirot, li zêr û tiştên binirx digeriyan. Min bihîst ku dema Mahmût bi vê boneyê diket malekê ketibû û destê xwe şikandibû. Tevî ku destê wî nêzî mehek û nîvan pêçayî jî bû yek rojê jî istirehet nekir.”

Malên saxlem hatin teqandin

G.A. destnîşan kir ku Heyva Sor a Tirk rojane li xebatkarên Midûriyeta Emniyetê ya Nisêbînê xwarin belav dikir û 200 xwarinên zêde jî li şîrketa karê rûxandinê dişand, dihat firotin. G.A. wiha domand: “Hinek mal saxlem bûn û diviya nehatibûn rûxandin lê bombe tê de hatin bicihkirin û hatin teqandin. Min bihîst ku xurdeya ji vir derdiket û eşyayên wê hatin firotin. Bi kesên dê malên wan nehatina rûxandin re peywendî danîn, jê re digotin ‘dê mala we were rûxandin’ û pere jê digirtin.”

‘Pasaj bombe kirin û cîhazên elektronîk dizîn’

Polîsê bi navê Û.Ç. jî di îfadeya xwe de talanê wiha radixe ber çavan: “Di dema bûyeran de pasaja ku weke sûka qaçaxçiyan tê zanîn hate bombekirin. Di vê navberê de Mahmût Oztekîn hate vê herêmê û gelek alavên elektronîk û tiştên pere dikirin li wesayîtê bar kir û bir. Her wiha xwe gihand kesên malên wan li herêmên qedexe lê malên wan nayên rûxandin û jê re digot; ‘heke malên we bên rûxandin dê ji dewletê bêhtir pereyan bistînin.’ Bi vî awayî qaneh dikir. Piştre jî jê re digot di vî karî de endezyar jî hene û ji bo endezyaran pere dixwest. Lê ji wan dixwest ku vî pereyî razînin hesaba wî. Ev mal jî yan ji deverekê kemçe dixwest û dirûxand, yan jî tûp û teqemenî bi stûnên malê ve girê dide, banga teqemeniyê li pisporên bombeyan dikir, ew jî dihatin malê û ev bombe diteqandin. Bi vê yekê re diket lîsteya malên dê bihatina rûxandin.”

Qabloyên trafoyê jî dızîn

Operatorê kemçeyê polîsê bi navê M.A. jî weke şahid ev tişt anî ziman: “Bi hinceta ku dibe endamên rêxistinê di nav de bin, ferman dan min ku deriyê trafoyê bişikênim. Gelek qabloyên sifirê di van trafoyan de hebûn. Çendek roj piştre dema em hatin cem trafoyê, me dît ku qabloyên sifirê li cihê xwe nîn in.”

Kadîr şen hê jî li ser kar e

Kadîr Şen û Unal Ûyar ku di heman dosyayê de weke bersûc cih digirin, beriya niha jî karmendek revandibûn û ji ber sûcê îşkence, gefxwarin û talankirinê bi hev re hatibûn darizandin. Di çarçoveya dozê de li Unal Ûyar 22 sal cezayê hepsê hatibû birîn. Ji bo Kadîr Şen jî biryara beraetê hatibû dayîn. Unal Ûyar, piştî cezayê hepê hatibû tehliyekirin. Kadîr Şen, di dema darizandinê de li Midûriyeta Emniyetê ya Tîreyê weke midûr hatibû peywirdarkirin. Piştre jî weke Midûrê Emniyetê yê di Asta Yekemîn terfî bû. Hat zanîn ku Kadîr Şen hêj niha jî weke Mufetîşê Emniyetê peywira xwe didomîne.